cewanim dyare quwey bazwan û hêzî neyrûte
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
2 Xulek
531 Dîtin
cewanim dyare quwey bazwan û hêzî neyrûte
des û pêm pêçrawî taqetałêkî serî mûte
cemałî řût û bałay şoxî to em nirxe heł’egrê
hemû mułkî silêmanî fîday xałêkî hêndûte
legeł to kałemistêne hemû corêkî dořane
girewburdey biłêm çî min eger taqe we ger cûte
heta key dûrperêzî em xuwe besye le ser derke
bifermû yek nezer wa bizane xêrî qebrî mirdûte
ke toy dî xoy le xoya dapłozî xwîşîTeksta ne aşkira řanegrê
beme ’aşiqikujît me’lûm buwe pîşey here zûte
le bendîxaneyî ’eşqa weha kêşawye çwar mêxem
bełê zincîrî pêm sed û heşta û dû fûte
ke dîm şimşêrî serçawit becarê bom weha derkewt
hîlalî yek şewe şêwey le şêwey qewsî ebrûte
mehêłe jîlemo jêr ka, mebada axrî ser ka
bike tobe řicaye lew gunahaney ke kirdûte
be narî ’eşqewe sûta nemawe çareyî ’aşiq
tyaçû qu beser çi bika eger řûte weger qûte
ḧo min xom kuşt lepênawî îtir çî bê le pê kewtim
le bextî şûmme dyare we îlla bo çî lalûte
mebada gêřewey ah û henasey derdedarê bê
bese ’aciz meke to xwa îtir em pîre peřpûte