birûskey hewrî hîcran sûtanî xaneyî sîne

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  500 Dîtin
birûskey hewrî hîcran sûtanî xaneyî sîne
kiłukoy damra ser ta be xwarî takû binçîne
le meydanî cemała espî tazî taw bida diłber
le kwê to tozî pêy ebřî be swarî espedarîne
ke řojî řûy legeł řojî semada wextê cût bigirin
ekewne şubhe ’alem axo kamyan řojî pêşîne
mebada xwa nexwaste ber do’ayî derdedarê bê
cwanim xot biparêze le ah û nałeyî sîne
eger satê xîlafî teb’î êwey kird diłim derḧał
be destî xot lenaw sîne derî bêne bîsûtêne
demêke ’aqreTeksta ne aşkira em pîrî ẍeddarey le xwa ’asî
bebê mîhir û nîkaḧ em qeḧbeye her şew le zayîne
nesîḧet bigre gwê cana heta pêt ekirê řay bigre
nekey hergîz diłî bêçarey em pîre meřencêne
le řêy xwada diłî girtûm le bendî penceket berde
were xêrî bese em pîrî fewtawe mefewtêne
heta yarî seferkerde sełamet dêtewe laman
bexwa ’urfîNasnava edebî leser qebirim mela meşẍûłî tełqîne