heçî řencê ke kêşam axrî karim nedamet bû

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  491 Dîtin
heçî řencê ke kêşam axrî karim nedamet bû
terîqey goşegîrîm girt eme řêgey selamet bû
ẍełet bûm pêm nezanî bû peşîmanî ebê ḧasił
diłî bêçare naḧeq întîzarî peyk û namet bû
beła bû yaxo bała bû be dił zorim serinc dawe
tewaw ḧałî nebûm êsteyş ke qamet ya qyamet bû
ke şimşêrî biroy kêşa becarê tak û cût westa
le řêgey ’eşqida bo kuştinî ême ’elamet bû
mudeřîs ḧeqyetî sucde bibate ber cemałî řûy
ke dî ew cûte ebroy taqî mîḧrabî îmamet bû
gehê qîbley perestî, geh ebestê řuşteyî zunnar
le î’tîqad û ayîna serim sûřmawe kamet bû
bese ’urfîNasnava edebî besî bê peyřewî cwanan îtir megre
le ’eşqa kar û barî to netîcey her nedamet bû
perêşane kelamit şêweyî şî’irit peşêwawe
dîsan sed bark alilhErebî bot eme nûsînî xamet bû