sebeb namîhrebanî ḧezretî cananeye îmşew
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
1 Xulek
492 Dîtin
sebeb namîhrebanî ḧezretî cananeye îmşew
ke şarî şořşî sînem wekû wêraneye îmşew
le şu’ley nûrî řûy yare dił aram nagrê satê
bedewrî şem’î řûya herwekû perwaneye îmşew
bebê curim û cînayet em diłî bêçareye bo çî?
be kotî dest û pê besrawî bendîxaneye îmşew
beharî ẍunçeyî gułzarî řûy canane ba’îs bû
bebê sebir û qerar, dił arezûy meyxaneye îmşew
le kêwî bêstûna dê sedayî giryeyî ferhad
le şorî ’eşqî şîrînî wekû dêwaneye îmşew
demêke mezre’ey bextim ekêşê derdî bê awî
şikur wa dewrî ḧełqey meh leser xermaneye îmşew
demaẍit za’île ’urfîNasnava edebî ebînim cumle eş’arit
le lawî laçuwe şêwey leser pîraneye îmşew