dewamî ser wefa bûnim nîşaney ḧeddî zatim bû

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 2 Xulek  574 Dîtin
dewamî ser wefa bûnim nîşaney ḧeddî zatim bû
nezer fermûnî diłdarim lecêy mûçe û beratim bû
birînî konî sînem bû serî hełdayewe îmřo
tebîbî řûy ke derkewt ḧimd alilhErebî zû necatim bû
cwanim şuhret û şêwet ke kewte saḧeyî ’alem
hezar le’net le xaç û dû hezar le’net le latim bû
řeqîbim pêy gutim yar qesdî kuştinte diroy fermû
ke çî zehrî desî yarim lecêy nuqił û nebatim bû
cemałî řûy wekû mangî şewî çwarde le kel derhat
le sayey ew cemałey bû le bendî ẍem necatim bû
le ẍeyrî cewr û bêdadî çi xêrêkim le ’umirim dî
muqabîl em hemû ẍedrey bizanin çon subatim bû
hezaran tîrî tanem dî le tabûrî mujey barî
bełê pêm xoş bû em tîrane cêy heyeTeksta ne aşkira xełatim bû
çiray řûy bû şewê nîwey mehî pêş řoje bom derkewt
şikur pêk hat diłim qurban ke wa îmşew beratim bû
ezel wa hatuwe da’îm ebê şadî legeł ẍem bê
ke zehrî daye serfître cinêwîşî zekatim bû
be destî nazkî ew şerbetey emcare çeştûme
’ecayb nabê ger nemirim eme awî ḧeyatim bû
cenabî ḧezretî - - Teksta ne aşkira wesyet bê le êstawe
ke tełqînim leser qebirim bidey řojî mematim bû
ledway tełqîn řicaye em dû sê şî’rem temaşa ken
le dunyada heta mabûm eme zat û sîfatim bû