cwananî xał û mîl řiştû wekû mînay bêgerdin
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
1 Xulek
509 Dîtin
cwananî xał û mîl řiştû wekû mînay bêgerdin
muqabîl ’aşiqî bêçare zor ḧeyfe ke namerdin
muḧîbet bû be eksîrî becarê têkełî xwên bû
le dił dernaçê ’eşqî em cewanane heta mirdin
eya bulbul wekû min nałeket nabexşê te’sîrî
weha derkewt ke awazî min û to herdû hawferdin
le derdim ger bizanê lêy ezanê kê diłî birdûm
dû çawî kał û lêwî ał lewaney xas mûzerdin
legeł cwanan mede řenc destemo nabin behîç corê
ewend sirkin be’eynî wek ẍezaley deştekî û herdin
leřûy cwanan mexo tefre eger meqsed nebê ḧasił
beşêwey ḧusnî xoyan zor enazin boye diłberdin
sebûrî bê û ger ẍem bê hemûy derdesere ’urfîNasnava edebî
ẍemî yar û sebir, herdû emênê ta wekû mirdin