xwa ew załme bigrê duçarî merḧeley kirdim

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  594 Dîtin
xwa ew załme bigrê duçarî merḧeley kirdim
le cumley sałḧana bûm û benaḧeq çon terey kirdim
ledîwanî cezada, ba gunahî min le estoy bê
ke çawî mestî bû, mestî suraḧî û camî mey kirdim
demê bû goşey xełwet meqamî cênşînim bû
lecêy kuncî ’îbadet wa dûçarî saz û ney kirdim
le muddey ’umrî xom herçende ḧerfêkim nezanîbû
welî ayey serî gonay bû fêrî elf û bêy kirdim
ẍem û ’eşq û fîraq û bêwefayîy yarî nahemwar
ke şêwey erẍewanî řûm, be zerdî řengî bey kirdim
demê bû pasewanî mîwey baẍî cemalî bûm
şukur pêkhat diłim emcare hatû û noberey kirdim
cwanî çû, beser çû ’eşqibazî û lafî diłdarî
ke çî taze temennay wadey îmřo û subey kirdim
meqamî ’eyş, baranî beharî sebzî û xuřřem bû
ke çî bextî minîş wa hat ḧewałey fesłî dey kirdim
le kuncî xełweta bê ẍa’île şahane řam ebward
xudaya ew kese bigrê dûçarî ay û wey kirdim