ḧeyfe bê to arezûy çeşmey kewser bikem

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  588 Dîtin
ḧeyfe bê to arezûy çeşmey kewser bikem
ger bikem dił mustecabî zeřbeyî neşter bikem
dwênê řabûrdiwî, nîgahit kird be goşey çaweket
kafirim ger bew nîgahet kafir er baweř nekem
kuncî xełwet girtin û seḧranşînîm ta be key?
saqya camê bide ta terkî her dû ser bikem
penc û dû řojêke ’umir û ’aqîbet her mirdine
bo çî ḧesretkêş bimênim xwêşim axir şeř bikem
’eşqibazî û terkî bo ême, îtir zor muşkîle
takû mawim şerte her meylî qedî dulber bikem
ey mela texmîsî ke em nezme bo toye xîtab
têkî bişkêne serapa takû pêt baweř bikem