bikujrêm ger be zehrî marî erqem
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
1 Xulek
600 Dîtin
bikujrêm ger be zehrî marî erqem
bebê to min namewê awî zemzem
ekem gyanim fîday xałêkî hîndût
eger lutifit bibê car car û dem dem
çi xoşe şew le cêgey nerim û germa
heta wextî seḧer dem bê lenaw dem
le bedbextîme wa baẍî diłî min
dirextî nayete berhem leber ẍem
beřastî namewê hîç kes bibînê
cemalit ẍeyre meḧrem, ẍeyrî meḧrem
diła ger řêkewê biddatê maçê
qena’et ke le zor zor û le kem kem
le hewrî mîḧnet û hîcraye pûr bû
le xaney sînema ma tem leber tem
meley naw awî newciwanan bibînin
le ser ta xwar ebê piř çem le perçem
birader ’erizit kem biřwa bike be xwa
le ḧeqqim ger bidwêy etkem be ebkem
be bêdînim mezane hey le dîn dûr
xuda xoy ’alme û dana û e’lem