ey weten řoḧî řewanim qoçekey qurbantim
bo weten û bê wefayî newekanî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
1 Xulek
612 Dîtin
ey weten řoḧî řewanim qoçekey qurbantim
ser lê şêwaw, dił sûtawî derdî bê dermantim
ah çi derdêke eçêjim ey weten bo ḧałî to
eşkî çawî min delîle řoj û şew giryantim
bo birînî derdî dił bes bigrî ey daykî weten
memsûtêne canfîday êşekey zamantim
nałey qehrî derûnim asmanî girte ber
sozî dił bo řołekanî bê ser û samantim
ey weten daykî hezaran tacdar û enbya
kesê lewan firya nekewtûy bêkesî û tawantim
derdî bê awî bikêşî ta gułî erzî weten
ey firîşte çaweřwanî qetreye barantim
muşkîle des hełgirim lêt xakî şîrînî weten
axrî ’umrîş esîrî xakekey seywantim