demê bû şêt û şeyday bulbulê bûm
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
2 Xulek
469 Dîtin
demê bû şêt û şeyday bulbulê bûm
şew û řoj ’aşiqî řûyî gułê bûm
le ’eşqî řûy cwanî ẍunçeyî guł
eřoyştim leser em çił bo ew çił
şew û řojim be awazêkî zor cwan
diłî pîr û cewananim elerzan
be ummêdî wîsałî qetreye aw
heta wextî seḧer xew neçuwe naw çaw
şewêkî ta subeynê pasewan bûm
be da’îm çaweřwanî berbeyan bûm
ke wextê xunçe ew awe eřêjê
be amalî bigem zarim bîçêjê
le dunya bê xeber paş nîweyî şew
ke çûbuwe herdû çawim hêrşî xew
le zarî ẍunçewe ew qetre awe
beser berg û liq û poya řijawe
le tawana serî xomda be berda
be her dû pê çepokmida beserda
zemanim wa jyanim çun fena bû
hemû řencim becarê gişt be ba çû
be ah û derdî ḧesret, çawî giryan
fiřîm řûm kirde sara û byaban
le bê ’ehdî û wefayî ẍunçeyî guł
eřoyştim be şew menził be menził
leser şaxê lenaw baxêkî gîrsam
qeder hat û be daway řawî gîram
îtir dunyam becarê lê bû tarîk
xizame cêgeyêkî teng û barîk
’ezîzim toyş wekû bulbul zebûnî
esîrî ew gułey dunyayî dûnî
netîcey kakî xom dewranî napak
wekû ew bulbule etxate jêr xak
ke wa bû takû mawî nawê der ke
kiławêkî be řeḧmet bû leser ke
hezarêkî weku toy hêşt û xistî
eme bû axrî dunyaperestî