cewanim wa diłî girtûm sebûrît

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  487 Dîtin
cewanim wa diłî girtûm sebûrît
heta key min her binałim le dûrît
nexom tefre be lutfî penc û dû řoj
ezanim axrî lêşim ebûrît
ezanî derd û bo çî lêm epirsî
ke boç wa zerd buwe gonayî sûrît
hemû dunyam le la boşe bequrban
eger řojê bibînim řûyî ḧorît
be destî cewrewe ger bibînê ḧałim
lenaw ẍem mamim û toyş da’îm mesrûrît
ezanî kê minî kirde şî’e mezhebî
saḧey ser cebînit, berde morît
xwa xwame cewanim takû mawî
le dunyada bexoşî řabwêrît
nyazit řeḧme bo ḧałî minî zar
le ’ezret çawî to nemirim le dûrît
ke wa bû takû mawî nawê der ke
- - - - - - - - - - yitTeksta ne aşkira
kiławêkî beřeḧmet bû le ser ke
gunahim çî bû ba lêşim bibûrît