birîndare dił û gyanim be nûkî tîrî mujganit

gileyî le yarî bê wefa
Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  621 Dîtin
birîndare dił û gyanim be nûkî tîrî mujganit
besim bê em birînanem dexîl destim be damanit
tebeřřa bim le dînî mistefa ger pêt bikem baweř
be wêney agir û awî, deqîqe nîte amanit
heta key dûrperêzî key, xuda hełnagrê bes bê
şew û řojê bisûtê dił letawî derdî hîcranit
birîndarî xedengî tîrî ẍemzey xot bilawêne
wefay bo xwa řojê bipirse çone zamanit
dîwarî ’umirme ma’îl, wekû ’eqiłim buwe za’îl
perêşanxatîrin herdû wekû zułfî perêşanit
kemêke tîlî çawanit, egerçî lêt nebote ’eyb
xwaxwame dîsan destî şikaye xozge mamanit
eger wîcdanit bê ḧeqqim edeytê çunkî ew wextem
řûnake nûrî çawanim ke çawim bê le çawanit
lecyatî em hemû cewrey le destî towe çêştûme
heta mawim be can û dił mutî’î emir û fermanit
deway derdî diłî ’urfîNasnava edebî tebîbî lêwî ałit bê
be maçêkî dû lîmot çon nebê muḧtacî dermanit