ey badî seba heste biřo bom be wekalet

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  511 Dîtin
ey badî seba heste biřo bom be wekalet
bo xizmetî ew yare ’ezîze be delalet
’erzî bike xwa bîgrê le bo ’ehd û wefakey
hełnebřê heta mawe ebed çawî xecałet
min bûm soperî çawî bed û axrî çon bû
padaşî hemû çakeyekim, şertî ’edałet
wełłahî nebûm musteḧeqî em hemû zecre
ke pêy gutim bimhawêje naw çahî zelalet
řojî ezel ebwaye neçûmaye mesafî
nemzanî milim bişkê emem kird le cehalet
xêrim le to nawê, were lêm lade şeřîşt
des hełgire lêm to bî û xuda besye řezałet
ta mawe ḧeyatim terkî bikem bezmî ḧerîfan
çon carêkî tir xom bixeme beḧrî melalet