eger lutifit bibê řojê bipirsî çone azarit

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  593 Dîtin
eger lutifit bibê řojê bipirsî çone azarit
ekem gyanim fîday zarit ke nawim bête ser zarit
felek zanî ke eş’arim leser ewsafî řûy toye
«şikandî pencekanim takû nenûsim wesfî řuxsarit»
demêke bê ser û şwêne diłî min, taze pêm zanî
esîr mawe le bendî dawekey zulfî syeh marit
meke men’im eger goşenşînî xełwetim îmřo
hemîşe dûrperêzim lêt le tirsî te’ney eẍyarit
lecyatî em hemû qehrey leřûy towe ke çêştûme
xwa nemhêłî ger ḧez kem serî mûye le azarit
sebeb min bûm le te’rîfî xet û xałit ke wa îmřo
lenaw cem’î cwanana şikur wa germe bazařit
leser wesfî gułî řûta ebînim cumle eş’arim
ke şîrîne be şîrînî wekû lêwî şekirbarit
le hîç layê, nebê layê ’îlacî derdedarê ka
îtir ’urfîNasnava edebî bo lay kê bey bipirsê derd û hawrit