weham zanî îtir dulber be hîç corê cefa naka

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  514 Dîtin
weham zanî îtir dulber be hîç corê cefa naka
xuda bîgrê çi bedbextêke hîç meylî sefa naka
fikir řoyî le xaney kelleda za’îl buwe be yekcarî
dił û dîn mawe laman ba ewîş emcare yeẍma ka
nyazim dest û damen bû ke gułzarî řoxî bînim
letirsa xom eparêzim mebada fîtne berpa ka
weła bû mamełey maçî newek to byewê her kes
legełya bêt û sewda ka ebê xoy tûşî sewda ka
heta îmřo eger umêdî lutfê bûm ewîşim çû
netîcey tecrube zanîm behîç new’ê wefa naka
lepênawya ke xom kuştuwe lepadaşa cinêwe bom
ke çî bedbexte des hełnagrê şerim û ḧeya naka
çiray bextim ke netwanê muqabîl şewqî řût şeř ka
çiraẍî subḧedem ẍewẍa legeł şemsî sema naka
dił û gyanim fîday xałêkî hîndûy kird! we nazanim
çi řûydawe sebeb em xizmetey min bo çî eẍma ka
nema taqet le qwey ’urfîNasnava edebî bêçare emcare
gunahî em cwanane ḧewałey tîẍî mewla ka