wextê yarim wîstî zułfî xoy be řûda şane ka

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  657 Dîtin
wextê yarim wîstî zułfî xoy be řûda şane ka
wa ezanim şêx le min zûtir berew meyxane ka
řabkêşê xencerî mujganî beqesdî kuştinî min
şerte şertî pyaw heta mawe leřûya řaneka
şem’î řûy canane herwextê le meclîs hełkira
bê şike ’aşiq bedewrya ’eynî wek perwane ka
fikirî wa bû, têgeyştim axrî ẍayey çî bû
bo řeqîbê řû le ême werbigêřê xwa neka
naz û ’îşwe bo henasey derdedaran ça nîye
nek xwa gîrbê biłên pêy bo xwa awa neka
bigrê pendim ’aşiqê ger byewê řiswa nebê
qed wefa û ’ehd û sefa lew dulbere dawa neka
çawekanim, çawî min lew řojewe çûn bo sefer
satê nemdîwe le dûrît şîn û waweyla neka
metłebî yar xałî lay lêwî ke derxa car be car
’aşiqî bêçareyî awareyî wêrane ka
ême derdî ’aşiqî û cewrî zemanman birde ser
des le des çû way dirêẍa yar eger biřwa neka