fîkirî min her şew ke yadî ’uşretî pêşû eka

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 2 Xulek  596 Dîtin
fîkirî min her şew ke yadî ’uşretî pêşû eka
sîne buryan çaw be giryan ta seḧer kû kû eka
wam le ḧałî nezi’ û sînem lê eda ’eynî dehoł
mame derwêşîş be dewra zîkir û hay û hû eka
wesfî ken ewza’î min nazanî tîflî nabekam
diřk û dałe řaxerim daway serînî qû eka
çerxî gerdûnîş demê sate sware çerxekey
boye êcgar mekokey řîsî tak û lû eka
aşekey muḧtacî bîrazkirdine, berdaşekey
aşewan boye şew û řoj aşbetałî bo eka
min demêke bûkî dewranim tełaq da sê be sê
behrî îstîhza, ecel dê bûkekem barbû eka
wasîtey bê dînîye wa nasîḧî şir al’imilErebî
ehlî em dewr û zemane giştî wa bedxû eka
taqetî jînim nemawe kewtime ser ’ezmî sefer
bûkî duranim be’îşwe taze daway şû eka
agirim tê berbuwe wexte kiłukoy damrê
yarî bedbextîş lelawe car becarê fû eka
kewtime ber dewr û zemanê dîn û îman pareye
qesdî zîndû seru řinîn û kifnî ber mirdû eka
ferqî saḧîb dîn û ladîn nakirê lem řojeda
mame sofîş ca becarêkî le şêwey cû eka
wa’îz tane nehawêjête ser eş’arî min
bo hecû tîẍî zubanî ême la la mû eka
’urfyaNasnava edebî wa dyare bexwa şa’îrêkî kamîlî
şêweyî şî’irit le şêwey şî’rî xacû eka