egerçî min le ’umra çûm be sała

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  536 Dîtin
egerçî min le ’umra çûm be sała
xeyał eřwa legeł dû çawî kała
birader boç ekey lomem le ’eşqa
’eceb netbîstuwe kała be bała
nemanê çatre weła le bûnê
nebê destê beser řûyî wirdexała
dû çawî min lebanî tewqî serme
ke yar poşî lîbasî ał û wała
hemû ’umirim eçê yekcar betałan
nekem wextê peřey lay řûy mutała
çi xoşe řabwêrê her seḧergah
legeł taze gułałey xurdesała
le medḧî ẍunçe lêwanî bełek çaw
demaẍim berz ebê bo ewcî bała
wekû tîẍî debanî taze saw bê
zibanim mû eka biřwa ke la la