eger dulber bedił řojê wefa ka

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  768 Dîtin
eger dulber bedił řojê wefa ka
be řûy řastî îtir terkî cefa ka
ser û małim fîday xałêkî hîndûy
eger terkî cefa behrî xuda ka
xuda hełnagrê esbabî çî bû
bewêney perçemî řojim sya ka
wekû ême eger řojê řeqîbê
be des cewr û cefawe mubtela ka
be sergerdî ebim řojêkî sedcar
leser ême îtir terkî cefa ka
leser çî bû, guneh çî bû diłî min
dûçarî zexmî şimşêrî qeza ka
wekû zanîwme dulber bêxetaye
xetay beççe bê, nabê xeta ka
benaz û ’îşwe teşrîfî bifermiwê
birînî derdî dił emca dewa ka
le dunyada hetakû mawe ’urfîNasnava edebî
le xoşîyana ebê da’îm sema ka