eger ew nûrî îmanem le xew wextî seḧer hełsê

Li pirtûka:
Dîwanî ’Arif ’Urfî
Berhema:
Arif Urfî (1896-1961)
 1 Xulek  573 Dîtin
eger ew nûrî îmanem le xew wextî seḧer hełsê
fîday xakî berî pêy kem dił û gyan û serim her sê
řeḧim bem pîrîyem ke ey dexîlit bim nekey aman
nebim meḧrûm şehenşaha be ḧeqqî sûřetî qur’an
le ḧesret řûřeşî xoma şew û řoj dîdegryanim
le e’malî syeh řojim perêşan hem peşîmanim
gunehbarim be corê nameyî e’małekem bêne
le sertapê le pê ta ser becarê keyle ta sîne
le dîwanî cezada bo xwa pişt û penahim bê
řicakarî cwabî qebir û hem řef’î gunahim bê
be sozî sînewe şermendeyî řojî qyamet xom
nedamet xom le e’małim dûbare her nedamet xom
ke emřo řojî azadî demî ’efwî gunahane
fîdat bim piştîwanim be leřêy em cejnî qurbane
sebeb to bûy ke îsma’îl necatî bû le qurbanî
newey ew zate şahî enbyay lê dê xo eyzanî
nîye pişt û penahim ma’edaTeksta ne aşkira ew serwere îmřo
şefî’im be leřêy xwada ke ḧic alakbirErebîe îmřo