řojê wirçêkî diřindey bê xêr

çîrokî wirç û meymun
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
 4 Xulek  1007 Dîtin
řojê wirçêkî diřindey bê xêr
řoyî bo geřan sikî bika têr
řêy kewte şwênê daristanî çiř
komełê meymun tûşî bûn le piř
bayî bu le xoy pelamarî da
yek du meymunî kuşt her lewêda
řefêqekanî hat ko bu newe
tołey birayan le wirç kenewe
pelamaryan da wirçyan kird zamar
wirçîş le tirsa heřay kird naçar
bo naw komełî xoy řay kirdewe
eynałan be des êş û derdewe
witî ey komeł êwe bê xêrin
meymun xo hîçe bo pêy nawêrin
be se r hatekey bo kirdin beyan
emca wirçekan hełsan hemûyan
komełyan xêra ḧazir kird boyan
le şebeyxûna çûne daristan
çendyan lê kuştin çendyan kird zamar
ewey ke mabûn řayan kird naçar
komełî mam wirç dyan daristan
piře le aw û mîwey teř û cwan
becêyan nehêşt diłyan cêgîr bû
laney şew û řoj naw baxî çiř bû
emca komełê meymunî feqîr
aware le mał dûr kewte û zwîr
řojê ko buno be diłey perêşan
wityan tekbîrê bikeyn bo xoman
hêlane şêwaw wek melî feqîr
yekêkyan witî min ekem tekbîr
le nawyan bibeyn be zor ya be şeř
le nîştimanda byan keyne der
meymunêkyan bû aza û be tekbîr
pêy witin êwe qed mebin zwîr
be şeř nakirê çarey dujminan
hêz û quwetîş penaye boman
xom le naw ebem botan namênim
ta weku tołey êwe esênim
katê ke mirdim mebin dił giran
car carê yadim biken hemûtan
witî be komeł ber bine gyanim
bişkênin têkřa endame kanim
hełgirin laşem êwe hendêktan
bim ben cêm bêłn le lay daristan
hełyan girt birdyan dayan na lewê
xêra geřano le nîwey şewê
emca meymunî tenya û birîndar
be řa û bîrî gel bika řizgar
nałe nałî kird meymun be azar
be aga hatin wirçanî zordar
wityan bo kewtiwî meymun a lêre
şeřit hênawe û hatinit xêre
witî wirçîne diłsozim botan
nabînin gyanim şika le řêtan
pêw witin aya řojê le řojan
diłî wirçekan çon êşa lêman
ba hemu biřoyn bibîne xizmetkar
her karêkyan bû nekêşin azar
bibin be ře’yet ta weku mirdin
le lay dost xoş bê û şeq berî dujmin
komełî meymun zanyan ḧałim
laşeyan ەاڕیم şikandyan bałim
ey mam wirçîne dexîl sed dexîl
gwê girin le min ba nebin zelîl
qeraryan waye şewê le şewan
hełmetê berin bo naw daristan
le şebeyxona le nawtan berin
cerg û henawtan hemû hełdiřn
emca paşay wirç witî be meymun
çareman bike ba nebîn zebûn
day binê řêyek nebîn sergerdan
bimênînewe le naw daristan
wityan be meymun ezanî cêyan
boç pêman nałêy şwên û řêgayan
şewê hełmetê berîn kuřane
le nawyan berîn le řûy zemane
witî ey paşa qezat le gyanim
çonit pê nałêm řoḧî řewanim
minîş wek êwe dił birîndarim
deryan kirdûm û kujrawî darim
şewê heł esîn hemû le cêge
xizmetguzarim pêt ełêm řêge
bełam ey paşa şikawe bałim
natwanim biřom qezaw le małim
paşay wirç witî etgirîne koł
bibe be delîl le seḧra û le çoł
êsta ke meymun diłî zor xoşe
fewtanî wirçî la feramoşe
ebête pêşeng delîlî řêyan
emca bizane çî ekat pêyan
bîrî ew waye le deşt û seḧra
seringûmyan ka byanka fena
qeraryan wa bû hemû sibey şew
ḧazir bin hemû ḧeramî ken xew
şwênî meymun ser piştî wirç bû
îrşadî kirdin ko bûno hemû
birdîne řêye le herde û seḧra
dûr le ew şwêney xoyan tya ejya
dûr kewtinewe be şew ta beyan
le seḧray çoła bê aw û bê nan
katê ke derkewt seḧray çoł wihoł
hîçî tya nîye ẍeyrî lim û xoł
şwênyan zor dûre xo le daristan
emca ke germa çî eka pêyan
girey semmume lim wek jîlemo
esutê gyanyan wek agirî piř so
bê aw, sik birsî, hem germay seḧra
hîç kesyan neman fewtan her lewya
emca komełî meymun zanîyan
kirdyan be şayî nema dujminyan
fikirî meymune, çend tîj wu bekar
le nawî birdin dujminî segsar
meymunî danaş le geł ewanda
gyanî fîdayî da be hewada
em ḧîkayetem be nawî ḧeywan
piře le pend û kirdewey zor cwan
her kes kirdewey weha binwênê
nawî le diłî gel da emênê