pirsyar û wiłam

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
 2 Xulek  1098 Dîtin
pirsyar:
řanye bo çî wa dwakewtuwe
ehalyekeşî gêj û xewtuwe
wiłam:
nawî řanye ye’nî řêy nîye
ẍerîb ke têy çû şwên û cêy nîye
pirsyar:
ca kesê nebû mişûrî bixiwa
be quř û be xişt şwêynan bo bika
wiłam:
bełê řast dekey kes nebû bîka
nawêkî çake bo xoy derbixa
pirsyar:
ca temaşa ke çen sał lemew pêş
řanye piř bû le mêşûle û mêş
wiłam:
hemûy le sayey hîmmetî to bû
mêş û mêşûley le ême win bû
pirsyar:
bizane cadey qule çend pane
ewende cwane wek hî şarane
wiłam:
qurban cadey wa hîç kełkî nîye
xanût têkdawe semerî çîye
pirsyar:
kuřim musteqbel řêy utumbîle
şwênî hatuçûy kwêr û zelîle
wiłam:
qurban utumbîl bo êre naye
řanye qezaye şwênî bełaye
pirsyar:
ke wa bête min hîç çakem nîye
ke wa bû bêje xirapîm çîye
wiłam:
nałêm xirapî, nexwêndewarî
’îlimit hîç nîye be zuban harî
pirsyar:
zuban harî min çîye tuxwa
pêm biłê terkî ekem lemewla
wiłam:
le meclîs qise nakey be nore
ey kake řeşîd em ’eybe zore
pirsyar:
şerte lemewla binîşêt çawim
qise her nekem kes neba nawim
wiłam:
ca nîşt çawit îşî jinane
to lit lay xot pyawî eme firmane
pirsyar:
ke wa bû kake, nesîḧetim ke
her çî xirape biłê terkî ke
wiłam:
aferîn řeşîd hatîte jêr bar
le amojgarîm nebûyt xefetbar