were nazdarî xwên şîrîn

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
 1 Xulek  386 Dîtin
were nazdarî xwên şîrîn
her dû ahengî bigêřîn
to bizey serlêw pêkenîn
wek gułî behar řazawe
be bergî ał û mor û şîn
minîş bulbul be sozî dił
çon dête awaze bo guł
bot dême soz be coş wikuł
bot dême neẍmey dił tezên
heta sipardinim be gił
to camê mey minîş xumar
to şah û min geday hejar
to pizîşk û min birîndar
min le kêwan û to le şar
to çaw le xew minîş bêdar
’alem ba her lêm bêzar bê
gyanim îtir gazî bedkar bê
jînî tałim ba yadgar bê
şîrînî lam zehrî mar bê
dadim le dest řozgar bê
be yadî to řoj wişewm
řoj diłgiran şew naxewm
bê xawene koç û řewm
xezanî ’umirim hełřija
bo to řazî emu’ewm
be bê gunah tawanbarim
meynet bar bê îş û karim
derdim asan nîye çarim
leş sûkim girane barim
hemûy bo toye diłdarim