ay le kizey zam nasorî sextim

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
 1 Xulek  545 Dîtin
ay le kizey zam nasorî sextim
le nałe û feryad diłey bedbextim
deme û biłêsey berzî derûnim
neřestekey derd destî gerdûnim
le cestey zamdar tîrî bedkarim
le derdî karî laşey duçarim
çon nehat bom hat hatî nehatim
gîrode û bendim heta mematim
enałim da’îm wek maran geste
ser ta pêm hemûy yekser şiksite
da’îm ham le gêc xeyałatî xaw
ezel pêy noşam le pyałey zuxaw
gah şêt û bêhoş şêwey meyxiwarim
gah gîrodey jar kuşnidey marim
azîz sa řeḧmê be ḧałî zarim
heta key nałe û dad û hawarim