mîrim ezanî çîm lê qewmawe

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
 1 Xulek  367 Dîtin
mîrim ezanî çîm lê qewmawe
didanim kêşawe serim awsawe
lêre bwestê zor perêşanim
leber birsyetî serim sûř mawe
çî bikem bo parey dansaz û diktor
awsawî dem û didanim zor mawe
buxtan û diro û delese nakem
herçîm nûsîwe řast û tewawe
de filsim nîye biçme çaxane
hênde sûřamo jêr pêm swawe
xwa şahîde zor perêşanim
nekewne firyam bendim biřawe
sereřay emeş leber birsîyetî
le jêr piştênma berdim danawe
çwar filsim nîye bîdem be nanê
qûtî îlahîm le dem nenawe
qisem pê nakirê be dema kewtûm
lakey serim dê ejno şikawe
desa biřêjin beḧrî keremtan
be to û ḧisên beg herçîtan dawe
zû bom binêrin bo silêmanîNava taybet
ba řizgarim bê lem bend û bawe
ezanin min kêm muxlîsî xotan
nawim meşhûre «se’îd»m nawe