ey mamey cûtyar nexwêndewarî

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
 1 Xulek  578 Dîtin
ey mamey cûtyar nexwêndewarî
řoj ta êware mandû û ẍembarî
be řoj cût ekey be germay temûz
řûmet sûtawî řeş wek xełûz
xwardemenîşt zeřat û gałe
jyanê wa bê bûnî meḧałe
bo çî wa řûtî cilit diřawe
hemû endamit leber hetawe
germayî hawîn zehre bo însan
nexoş ekewî ebî perêşan
mał û mindałit emênê bê kes
kes nanyan nada meger feryad řes
emîş wasîtey cehil û nezanî
bot beyan ekem eger însanî
xot kełkit nema ’umirit têpeř bû
xwêndin bo pîrî wek to beser çû
ger kuřit heye bîxere mekteb
ba xwêndewar bê zana û be’edeb
ferq be çake û xirape eka
be kirdewey çak nan peyda eka
xoy nasûtênê be germa û hetaw
wek to pêxorî nabê nan û aw
mame gwê gire! lem nesîḧete
bo natewawît cergim let lete