xwa şukiranet qed tewaw nabê

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
 1 Xulek  329 Dîtin
xwa şukiranet qed tewaw nabê
lutif û keremit her ebê wa bê
awate xwaz bûm be řoj û be şew
lêm hełgîrabû xorak û hem xew
bełku bîbexşê řołeye be min
dost pêy diłşad bê û şewq berê dujmin
ke çî le naka berqêkî řoşin
şewqî dayewe bo jyanî min
řoşnayî xiste dił û derûnim
řeḧmî kird be ḧał diłey zebûnim
le naka kuřî xincîle û cwan
pêy bexşî pêman xway lamekan
du’am emeye her berxurdar bê
le nîştimana darî ber dar bê
biḧesênewe hemû le berî
bo kesukarî bê be sêberî
nosed û şest wino hate dinyawe
her berxurdar bê huşmendî nawe