sikałayek û watey řîş çermû

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî
Berhema:
Şêx Miḧemmedî Ḧîlmî (1909-1985)
 1 Xulek  552 Dîtin
sikałayek û watey řîş çermû
be nîw dînare nûsînî her dû
êsteş her waye bê kem û zyad
xawen sikała pêy ebê diłşad
morî řîş çermû le kel nawî
her kes byewê boy heł’ekenrê
be nîw dînare nirxî biřawe
ewey byewê boy hełkenrawe
se’at nebînrê nirxî dananrê
masî le řûbar sewa nakirê
be zimanî kurdî eme nûsrawe
bo agadarî hełwasrawe
her kes hate lam bîxwênêtewe
bo em nirxane nepirsêtewe