memkuje cana be hîcran ey cefakarim were

Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
 1 Xulek  1632 Dîtin
memkuje cana be hîcran, ey cefakarim were
tab û taqet çû be carê, yarî xemxiwarim were
boç ewende arezût bo qetłî em bêçare zar
kuştinî aşq dirîẍ mefermû, serdarim were
bulbulî zarim denałim, qeqnesim agir be can
ga degryêm, ga desûtêm, yarî ẍeddarim were
xałî kułimit her wekû filfil esûtênê diłim
kes nîye derdim dewa ka, to be hawarim were
dił le dûrît agirî girt besye yarî nazenîn
toy ’elacî derdî tahîrNasnava edebî zû be hawarim were