ta be key qurban binałim min be êş û derdewe
Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
1 Xulek
4368 Dîtin
ta be key qurban binałim min be êş û derdewe?
des be ejno, quř beser, daym be ahî serdewe
řojî ewweł bû ke zanîm min ebê dêwane bim
aşqî to, new’î mecnûn, wa be kêw û herdewe
merḧemet ke zû biřo qasîd biłê derdî diłim
nazî papoçit ekêşim min be toz û gerdewe
min ke piştiwanî bała û boseçînî kułmetim
çî dekem axir le seyrî bax û bey, bem derdewe
her wekû qews û qezeḧ ba des le gerdin danîşîn
to be suxmey ał û sewz û min be řengî zerdewe
yek nefes çakî nehêna ke’beteynî bextekem
şeş derim gîrawe damawim be destî nerdewe
îltîmasî tahîrNasnava edebîy bêçare qed sûdî nîye
to ke daym şeřfiroşî bew diłey wek berdewe