beçkey ferencî û řołe hewramî
şerte hewraman becê nehêłim
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Ḧesenî Dizɫî
Berhema:
Mela Ḧesenî Dizɫî (1859-1946)
1 Xulek
1168 Dîtin
beçkey ferencî û řołe hewramî
----- -----Teksta ne aşkira
eqiłim hate ber, çawim kirdewe
ke zemanem dî, řoje ya şewe
swênêkim xwarduwe, be řoḧî bawam
be gořî nenkim, be řołey sawam
ta bo beramey, şewbo û werkemer
ta sûrherałe, ser têrête der
ta dengî jerej, pîqey neçîrî
ta qisey xoşî, pîrêkî jîrî
ta beřû mabê le hewramanCiha
ta şemał bida be kosałanNava taybeta
ta beřezayek, ba bîşekênê
heta řêwasê, çûze derbênê
ferencî şiřê, çoxe diřawê
kiłaşe çekê, piştên biřawê
şerte hewraman, becê nehêłim
meger ew sate, ke becêy dêłim!