5

Li pirtûka:
ÇekuşWeşênî ŘoɫeKujraw
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 12 Xulek  820 Dîtin

― maweyeke minyan hênawete nêw em hodeye. kes pirsyarim lê naka. çawim hemîşe biřîwete dergake ke key derga bikirêtewe û cellad be bergî sûr û şimşîrekeyewe ke diłopî xwênî lê detkê, bête jûrewe. tîjayî tîẍî şimşîrekey bikewête serewey řegî gerdinî min. ax xudaye mirdin çende tałe! bełam leweş tałtir jyane lem ḧałeda... daxwa êsta bawkim çi deka? kardo xerîkî çîye? ax mîtra mîtra... ey xuday gewre! ew kiçe cwane paş mergî min dił be kê xoş deka? ax biłêm xudaḧafîz mîtra, xudaḧafîz çyakanî kalîdî.

― selam feraz, aya bo mirdin amadey?

― ełêy bo zemawendim bang dekey, kê heye mirdinî pê xoş bê řamho?! bełam mirdin baştire le dîtnî řułetî pîsî êwey koşkinşîn. em zelame kêye? em nîqabe çîye be řûyda dawe? min ke ebê her bimirim baştire çawim be řwałetî kujyarî xoşim bikewê.

― to nabê lêre bimrî. le derewey şar cêgayekyan bo mirdinî to dyarî kirduwe. em pyawe le gełta dê, bełam baştire toş bergî serbazanî ejdîhak le ber key, bigre emeş lîbas.

― ha... xerîkin em şořeş dêne ser şanim ke bergî serbazanî ejdîhakî çepeł le ber kem.

― zor qisan meke feraz! kesêk ke le seremergidaye ebê bîrî belay ehuramizdawe bê û hênde zorbiłêyî neka, dey xêra saz be. em nîgabane detbate ew cêgaye ke bot le ber çaw gîrawe.

― yanî emin dedene dest em taqe nîgabane? natirsin le naw řêgada bîkujim û řakem.

― neçî bîrî řakirdin bikewête serit! em nîgabane lewane nîye bîrit lê kirdotewe. ehay serbaz her kes wîstî řabka bîkuje tê geyştî?! dey ca saz bin biřon.

― zor çake eme řoyştîn...

***

― ha nîgaban to mawey se’atêke legeł minî. lew maweyda heta êsta qiseyekit nekirduwe, neka to lał bî? yan le tirsan zimanit çote best? im, her qisan nakey, řenge to nawbangî minit bîstibê. nazanî eger bimewê řakem hezarî wek to natwanê pêşim pê bigrê? şimşîrim wek agirî naw pûş û piłaş eyankate xołemêş. min emewê řakem, bizanim to çon pêşim pê degrî? ha...? wełłahî zor seyre! her wełam nadatewe... ba carê dabezîn min zor şeketim le zîndanî ejdîhak zûxaw dedene derxiwardî bendîyekan,... zûxaw dedene derxiwardî bendîyekan,... ax be mawey to serbaz... toş dabeze pişûyek bide paşan deřoyn... temaşay em nîgabane çende bê tirs lêy xefit, řastî min bo çi řanekem...? eme key jîrîye ke min be pêy xom biçme berdestî serbiřî? bełam em nîgabane... ba lemane ke we xeber neye esłen...! bêçare! ew le min şekettire. le pyawetî bedere řabkem û xeberî nekemewe... eger wîstî pêşim pê bigrê deykujim û bo xom boy derdeçim...! ke waye çak waye we xeberî bênim! ehay kake... kake heste bizanim... to zor le ser hest dexewî. lam wa bû bem zuwane we xeber nayey. bełam ba nełêy feraz napyawane xerîk bû řaka. hatim xeberit kemewe û biłêm deřom. ew kate ke wîstit pêşim pê bigrî detkujim... dey serbaz dełêy çî? lêm degeřêy bê şeř biřom? yan şeřefî serbazî řêt nada? biłê bizanim wełamit çîye?... ha şimşîr dekêşî... ha... ha tê geyştim... şimşîreket hełkêşa, etewê biłêy eger bimewê biřom bem şimşîre letukutim dekey. ha... ha... zor başe. ke waye, amade be... kutûyane mûyek le berazêk bikeyewe xoy şitêke. toş yekêkî le serbazekanî ejdîhak kuştinî toş xoy karêke... amade be serbaz... hawar! dyare baş şimşîr deweşênî... bełam her êsta kareket tewaw dekem... ha bigre... nexêr zor gyansexte... ta êsta kes neytiwanîwe le beramber minda řawestê... nexêr faydey nîye... ax bezatî xuday şimşîrekey lê sitandim pêm xoşe be destî serbazêkî pałewan dekujrêm, êstake lûtî şimşîreket wa beser diłmewe, demewê tikayekit lê bikem... pêm xoşe kujyarî xom bibînim, beřastî to pałewanî... minim feraz kardoy birat.

― kardo?! kardo toy?! ha... ha toy kardo?!

― bełê. bełê minim. to azatrîn řołey çyay. lem maweyeda bom derkewt mirdin lay to gałteye. to le hîç şitê natirsî feraz.

― minîş bom derkewt ke to dîsanîş her wekû katî mindałî le min behêztir û pałewantirî bełam be gyanî to kake zor şeketim, kemêk swarî serşanî xotim nakey.

― ha... ha... bo çi birakem? bełam ba biçînewe çya, ew kate herçend detewê swarî şanim be.

― řastî kardo, mîtra ḧałî çone?

― bo zyad le hemû kes pirsyarî mîtra dekey?

― ey detewê ḧałî şêrî pîrî çya bipirsim?! lêm řûne ke pejare řû nakate kawey nebez. bonî çya berewlûtim dê, bonî behar, bonî newroz... ba biřoyn dey...

***

― wełamit çîye aşam, to çûye zîndan ferazit hêna ke bîhênî bo lay min. paşan ferazit řapeřanduwe. řêgay hełatinit nîşan dawe. aya emane řastin?

― bełê řastin bełê. hemû emane řastin. min îtir le xwênřişitin weřez bûm. çîdî natwanim hawkarî kare çepełekanit bikem.

― agat lêye çî dełêy wezîr?

― bełê baş dezanim, minî tawankar maweyekî zor yarmetîy tom deda. xełkim dekuşt, pîlanim dekêşa bełam îtir bese! emeş bizane ke to, to bem zuwane wekû seg dekujrêy. koşkit xapûr dekirê.

― her êsta destûr dedem lebatî feraz to bikujin mêşkit dekeme xorakî marekan, bełam em marane mêşkî lawyan pê xoştire, biřwa nakem mêşkî kon û řizîwî toyan bwê.

― metirse ejdîhak, metirse! marekan mêşkî ḧeywanîş dexon. ta êsta her mêşkî ḧeywanêk û ademîzadêkyan xwarduwe. yanî eme karî min buwe. hemû ew kesaney ke ebû mêşkyan derxiwardî ew marane bidrê le herduwanyan, yekêkyanim azad kirduwe. êstaş le kořî şořişdan tê geyştî? her emaneşin ke koşkî to deřûxênin.

― cellad...? cellad?

― bełê qurban.

― were le gerdinî de bêdengî ke.

― bo min merg řizgarîye, azadbûne. le katêka demirim ke diłim piře le yadî ehuramezda û hîwam be dwařojî şořşî çya betîne, êran ebê serkewê. we em wiłate ebê be gořistanî bêgane.

― bê deng be! bîkujin.

― bełê beser çaw qurban... hig...

***

― kawey mezin! aşam pyawane mird. emeş nameyeke ke bo toy nûsîwe û daway serkewtinî bo kirdûy û be minî gut îtir nabê le koşkî ejdîhaka bijîm. minîş hatme êre xizmetit.

― be xêr hatî kiçim, bexêr hatî. mergî aşam derî xist ke êranî hergîz bo ebed be hełe naçê û leser xeyanet nařwa. gyanî aşam mîwanî koşkî mînu bê, toş biço lay mîtra, kiçim.

― h... ha... beser çaw.

― aşam bo řizgarkirdinî min xoy be kuşt da. min hergîz em fîdakarye le bîr naçêtewe. hemîşe be nawî pyawêkî berz yadî dekem.

― emeş şehîdêkî tir bû. ax ke çendeman şehîd da be êran! çendiman derbederî û řojeřeşî çêşt! xwa bika xwênî ałî em hemû şehîdane bezeyîy ehoramezdaman bo han bida. dîsanewe newroz bigeřêtewe bo wiłatekeman. newrozêk ke le mêje lêman torawe.

― feraz...! feraz were êre karim pête.

― biřo kuřim, biřo. mîtra çaweřête. emřo şeřî dwayîye. beharî ewsał her le êstawe destî pê kirduwe. başe êsta to û mîtra tenya nîn, kardo û řamhoştan legełe.

― ey bo çi basî xot û daykit nakey?

― ême pîr bûyn kuřim. tenya katê min ebûjêmewe û deçmewe temenî lawî ke ejdîhak têk bişkênim. bêgane û dagîrker le wiłatda nemênê. ew kat dezanî ke bawkî pîrit çon wek gułî jakaw awî lejêr kirê debûjêtewe! dey... îtir mitêra çaweřwan meke. biřo kuřim biřo xwat legeł bê... feraz?!

― bełê babe.

― le bîrit neçê ke emřo şeřî dwayîye ebê hemû amade bin.

― beser çaw babe, beser çaw...

― min lew katewe kardom nedîwe ke lêtan bipirsim beserhatî ew řojetan çon bû?!

― h... h... ha... baştire le xoy bipirsî.

― debê şitêk hebê û min neyzanim? çîye hemûtan pê ekenin?! pêm waye qiseyekî xoşe... feraz be minîş nałêy?!

― xuşk û biram tikatan lê dekem lelay dezgîranekem abřûm meben!

― qeydî nîye gyanekem! minîş pêm xoşe bizanim.

― be xwa biłêm çî? qaremanî em bezim û beserhate řamho û kardo bûn, eyanwîst min bitirsênin...ha...ha... řastîyekey le tirsandinî minîşda serîş kewtin.

― gyanekem, her le ewełewe bom bigêřewe.

― ḧeyf nîye pyaw em hewa xoşe û dîmene cwan û pake, bem qisane xesar ka?!

― ha... ha... nexêr sûdî nîye, naçête jêr bar, xot bîgêřewe kardo.

― ha... ha... bełê dastaneke bem çeşne bû ke emin řûbendêkim... ha... ha...

― eger zyatir leserî biřoy swarî ser şanit debim. xot dezanî ke le mindałîyewe bem kare fêrim. başe! xom deygêřmewe... wezîr xwalêxoşbû hate zîndan. zor betuřeyyewe qisey legeł kirdim û le zîndanî hêname derewe û damye destî em xuşke řamxane ha...h... ewîş paş maweyek le hodeke hênamye derewe û legeł xoy birdimî û damye destî em kak kardoye... bełam kardo bergî serbazanî ejdîhakî leber kirdibû řûşî be řûbend dapoşîbû.

― dey ca to be qisekirdin û endamîřa ewt nasîyewe?!

― endamî zor kes heye wekû hî kardo zelam. be qisekirdinîş meger kak kardo qisey dekird?! maweyek be swarî tê peřîn. esłen yek kelîmey le demî dernehat. herçî pirsyarim dekird, cwabî nededawe. paşan le şwênêk dabezîn.

― ezanim bo ewe dabezîbûn ke řabkey?

― nexêr, nexêr. şeket bûm le beynî řêda dabezîn, bełê katê ke dabezîn, min wam zanî ke kardo ya wa baştire ke biłêm kake nîgaban xewî lê kewt û hestam û çûm xeberî bikemewe.

― nexêr, wa nebû! be’espayî hatî bizanî xewtûm ya ne?! eger xewtibam, řabkey. ha?!

― ha...ha...

― na... na... na mîtra baweřyan pê nekey! em duwane eyanewê emřo becarê lelay to abřûm berin.

― axir xo min nazanim çî buwe?! ha... ha...

― bełê çûme jûr serî kak kardo yan biłêm serbazekey ejdîhakim xeber kirdewe. kutim min demewê řabkem ewîş şimşîrekey hełkêşa û lêman bû be şeř... be gyanî mîtra û be gyanî hemûman, paş mawekey be xom deygêřmewe, we ne îznîş dedem ke kak kardo bîgêřêtewe. ha. ha... ha... ha...

― başe kardo nařeḧetî meke. bese.

― emin qiseyekim nîye, dey ca hestin wa başe biçînewe bo lay bawkim.

― zor çake hestin ba biřoyn.

***

― şořişgêřanî beşeřefî êranî û kardokî! birakanim! emřo heweł řojî newroze, xotan dezanin ke le mêje beharman nedîwe. emřo řojêke ke debê be gyan û dił tê koşin wiłat lem kemtyar û çeqełane pak keynewe, hemûtan řołey kujraw û biraserbiřaw û małsûtawin, şeřtan le pêşe; leser parastinî wiłate û paşan bo tołesandinewey xotan. serkewtin bo têkoşere. ejdîhayekî tirsinok, wek řêwî, leber hêrşî şêranetan řa deka, ew tenya le kuştinî bê desełat bekare, îtir bo pêşewe... bo serbestî û azadî! berew newroz...

― birakanim her wekû bawkim destûrî da, ême lepenay em şaxaneda xoman ḧeşar dedeyn û nabziwêyn. swarekanman hêrş dekene ser supay ejdîhak. serokayetîy swarekanman be kardoy nebeze, paş hêrş, ewan dujmin berew lay xoyan řadekêşin. dujmin le şar dête derewe. em car ême tîrebaranyan dekeyn. êsta îtir amade bin...

― ême hêrş dekeyn bełam legeł supay dujmin têkeł nabîn. deyankêşîn berew çya ba wa bizanin ke ême leberyan řewîwîn. ba bikewne şwênman. dey ca bo pêşewe...

― serkewtin hî êmeye... byandene ber tîr. byankujin... tîrebaranyan ken... aferîn!

― aferîn kardo!... bijî feraz! wek gełařêzan dujmin leser esp ber denewe... dujmin xerîke deşkê, xerîke řadeka leber hêrşî pyawaneman xo nagirin... ha... xerîke řa deken... lêyan den...

***

― îtir hemû şitêk dwayî hat. ejdîhak têk şika. newroz geřayewe bo wiłatekeman. destûr biden le hemû ser asoyek awir bikenewe. agirî germî pîroz, nîşaney serkewtinî ehuramizdaye beser ehrîmenda. minîş deçim bo lay ferîdûn û pîrozbayîy şayenî pê dełêm...

***
bem core bêgane wiłatî êranî lê bû be gořistan. êran wek beheştî cawîdan řazayewe. ême êstaş be yadî ew řoje pîrozane, katî newroz agir dekeynewe. newroztan pîroz...