4

Li pirtûka:
ÇekuşWeşênî ŘoɫeKujraw
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 12 Xulek  693 Dîtin

― mar leser şanî şîn buwe.

― a a dû marî řeş.

― mîtra gwêt lêye le hemû layek basî marekanî ser şanî ejdîhake?

― bełê gwêm lêye. feraz biřwane ew serbaze le mêje kewtote şwên ême çawman leser hełnagrê.

― ay to etirsî? bo lat waye ke hemû kes êmey xistote jêr çawedêrî? em serbaze serî daxist û xerîkî şit kiřîne.

― na feraz min maweyek agadarîm, ew bêguman kewtote şwên êmewe û řenge lêman beguman bûbê. baş serinc bide. carcar lejêr çawyewe bo ême deřwanê.

― eh... ba ême cêgakeman bigořînewe. eçîne cêgayekî tir, bizanîn beşwênmanda dê. eger hat dyare ke mebestêkî heye.

― baştire serî lê bişêwênîn, eguncê ew betenê nebê, min belayeka deřom toş be layekî tira biřo. başe?!

― eger êmey xistibête jêr çawedêrî ełbet serbazî tirîşî legełdaye, çunke em xwêřîyane hergîz natwanin betenyayî berengarî ême biken. min bem layeda deřom, toş lew lawe. le axrî em kołane yektirî debînînewe bełam eger min kewtime şeřewe to řa ke.

― başe biřo biřo...

― řaweste kiçî cwan!

―çîye serbaz, min xizmetêkim bo êwe ledest dê? ême hemû xizmetkarî ejdîhakî meznîn.

― ejdîhak karî be to nîye. minim ke nyazim heye. maweyek le baweşî toda dinya feramoş kem.

― ax kesêk deyewê dinya feramoş ka ke bemeylî ew neçerxê, yan le şitêk bitirsê. min diłnyam ke serbazanî ejdîhak le hîç şitêk natirsin.

― boç kiçî cwan? em kardoke çepełane wek sindan le bin destiman derhatûn. le hemû şwênêk hen. wek şeytan behemû řwałetêk xoyan denwênin. xew û xorakyan lê hełgirtûyn. ca leber ewe min demewê kemêk le baweşî toda biḧewêmewe, ya tirs û lerz le bîr bermewe.

― zor başe serbaz, bełam min xom cêgayekim heye deçîn bo ewê pêt çone?

― zorim pê xoşe, bełam min fermandey serbazanî em nawendem. eḧwałman pê geyştuwe ke çend kardokêk be serokayetîy ferazî kuřî kawe hatûnete şar. řaweste ba biçim ewan bêdar kem û řaspêrêkyan pê biłêm û paşan dêmewe bo lat.

― zor başe serbaz. min her lêre çaweřêm... eh çî bû serbazî fermande zorit pê çû?

― destûrî pêwîstim da. axir kuřêkî genc lay to bû, lelat westabû, řwałetî zor le ferazî kuřî kawe eçû. gutim neka xoy bê, destûrim da ke ew kuře bigirin destî kirdewe bîkujin.

― ha...ha... ferazî kuřî kawe?! ah ew çon dewêrê bête naw şar, wa dyare fermande zor lew kuře etirsê wa nîye?!

― na min le hîç kes natirsim betaybet êsta ke lelay tom.

― eme şanazîye bo min fermande, fermû ba biřoyn...

― mîtra ew pyawe çepełe bo kwê deba? ha awřî dawe, bedest xerîke ḧałîm deka...h têgeyştim bo kwê deçê... bełam min gwêm le qisekanî fermandey serbazekan bû, wa dyare minyan nasîwe. bem ciluberge natwanim bikewme şwênyan, leher kwê tûşim bin, pêşim pê degirin. řaste ke hîçman pê nakirê bełam lanî kem katim degirin... ha bîrêkî çakim kirdewe... ba biçme lay ew serbaze ke pałî dawe bew dergaye... dirûd bo to serbaz.

― dirûd.

min yekêkim le xizmetkarekanî ejdîhak hewałêkî xoşim heye, min dezanim ferazî kuřî kawe le kwêye. were ba nîşanit bidem. ew êsta le małêka lêy xewtuwe. pêwîst nîye hewałêk be kesêk bidey. xot bîkuje ba em şanazîye bibête

nisîbî to. meger to natewê bibîte fermande?! ḧeyf nîye her serbazêkî asayî bibî? metirsê minîş yarmetît dedem. xêra ke, neka bexeber bêtewe. pele ke. ha e lêrewe. kemêk tunditir... e eme małekeyane... heta kes çawî lêman nîye... tozê lew latrewe ha... aşana baş bû, emeş bo to... ba lîbasekanî dakenim... ba biçim bizanim mîtra çî kird?!... ça bû ewcar îtir kes namnasê ba biřom...

***

―çîye eto zor bepeley fermande? min leber destî todam. neka le minîş bitirsî? ha emin hergîz lam wa nebû êwe hênde lem kardokane etirsin.

― min û tirs? hergîz, birya emřo çawim be feraz dekewt. destûrim dabû hîç kes neyete yarmetîm. emewîst bedestî xom bîkujim. ta em êranîye ser bizêwane tê bigen ke bêhûde qaremanêkyan le feraz saz kirduwe.

― aferîn fermande, biłê bizanim êsta eger lem kateda feraz bête jûrewe to çi dekey?

― feraz? feraz karî bêre çîye?

― ha... ha... h pirsyarêk bû kirdim mebestêkim nebû boç tirsay?

― ho ho, lebatî em qisane, were, were, were baweşmewe, kiçî cwan. were heta ewendet biguşim bexomewe ta dengî şikanî êskekanit bijnewm.

― ax fermande meger nazanî leşî min zor naske, we baskî toş zor behêze, tikaye aramtir be...

― ho ho... fermande... feraz... feraz...

― feraz? ferazî çî serbaz?

― qurban feraz hatote naw ew małewe, ême heta êre be şwênyewe bûyn.

― dey ca dełêy çibkeyn? ey le’netî ’eyşekey lê şêwandîn, to diłnyay serbaz? ke feraz hatote êre?!

― bełam fermande, to maweyek lemew pêş etgut natirsêy? çi bû ke be bîstinî nawî feraz serit lê şêwa?

― to kêy ke bem çeşne bê’edebane, legeł fermandey xot qisan dekey?

― fermandey min? fermandey min kaweye tirsenokî çepeł. emeş şimşîrekem were ha... eweş bo to... were pêşê...

― to? to...? to?

― bełê min ferazim, were pêşê, êsta ke şimşîreket hełnagrî... ha emeş şimşîrekey min... min be destî xałî legełit be şeř dêm... ha...

― dest xoş feraz.

― mîtra ḧałit çone? heste. heste, ba biřoyn gyanekem.

― em fermande beřêze bêhoş buwe, ba le tołey bawkim... eger çî wek eme waye ke lebatî xwênî tawus xwênî mar biřêjî.

ha...ha... ba biřoyn mîtra... ba biřoyn...

***

― nazanim bedest em maranewe çî bikem? hemû řojê carêk seryan depeřênim, bo beyanî dû serî tiryan lê deřwêtewe, nazanim şeytanî gewre boç minî le bîr çotewe? xo min hîç nafermanyêkim nekirduwe!

―ha... ha... ha... ha...

― ewe dengî pêkenînî îblîsî mezne, wa dyare deyewê yarmetîm bida... bełê xoyetî... xoyetî. ya îblîsî gewre! bige firyam. ledest em marane şew û řojim nemawe yarmetîm bide. tika dekem şeytanî mezin tika dekem.

― ejdîhak, biřwane em marane ser dehênin bo naw kunî gwêt, emane marî asayî nîn mêşkixorin. be mêşkî ademîzad debê têr kirên, dena mêşkî to dexon. hemû řojê, dû ademîzad ser biře, mêşkyan derbihêne û bîde bem marane. îtir xewyan lê dekewê, ta dîsanewe řojêkî tir birsyan bêtewe le xew hestin. eme tenya çarey toye ejdîhak, îtir min deřom...

― sipast dekem şeytanî gewre sipas.

***

― agat lê bû çyan kird? çi agirêkyan kirdewe ew jin û mindałaneyan çon esîr kird? her dêt û diřindetir debin. caran tenya pyawyan esîr dekird, êsta le jin û mindał û pîrepyawekanîşman nabûrin.

― kuřim! segî har heta katî topîn her dêt û diřindetir debê. emane peleqajey mergyane, kuřim. bem karane mirdinî xoyan dexene berewe, bełam to, kuřim, aram be. aram û leserxo, be hîç, xot şilwê meke. ta merg nebê jyan nabê. ta şeř nebê hêmnî nabê. eme řê û şwênî jyane. hemû şitêk dû lanî heye lanî baş û xirap. bełam kuřim tenanet barî dizêw û xirapî şitekeş pêwîste. wek şew bo hatnî beyan pêwîste we her zistan bo bûnî behar.

― bibûre babe gyan, min car car řiq û kîne serim lê deşêwênê. ełêm birya her kam lem çepełe tirsenokane hezar gyanyan hebuwaye û hemû gyanyan be nûkî şimşîrekanî le leşyan hatbaye der ax key řojî tołe dega key?

― nizîke řołem nizîke, zor nizîke. emřo boye tom hêna êre ke çawit bem řwange naşîrne bikewê. we bizanî ke ejdîhak hergîz le hełpey xorak bo marekanî ser şanî nawestê. le řastîya em marane berî gyan û hestî ejdîhakin ke le darî gendełî leşî şîn buwe. ejdîhak nefsî napakî û çepełîye. ew barêkî mebeste û êmeş barêkî tir. ême û ew le şeř naçarîn, her wek şeytan û ehuramizda naçarin şeř biken.

― ah biřwane babe. em dêye çoł buwe, hemû kesyan esîr kirduwe, êsta nîşaneyek le jyan weber çaw nakewê. ełêy hergîz awayî nebuwe. tenya dûkełî sûtman û çend laşey bê gyan... ax xudaye çend tałe.

herçî zor û zułmî ejdîhak zyatir bê, biřway ême û xebatkarekanman bew endaze pitewtir debê. emaneş ke be handan ẍîretyan nebzût, zułim û zor naçaryan deka řa biken û bêne lay ême, çunke hemîşe çaweřwanin řojêk norey ewanîş bê û bikirêne xorakî marî ser şanî ejdîhak. qisem heł gire kuřim. emeş be sûdî êmeye.

― min şagirdî tom, kuřî tom, serbazî jêr fermanî tom. her destûr û amojgaryêkî bîfermûy lam řewaye babe gyan.

― sipas kuřim, sipas! lêm řûne êsta ke geřaynewe bo çya hezareha kes endamî tazeman bo hatuwe. fêr kirdinî emane le ser toye. debê wehayan bar bihênî ke bo şeř amade bin.

― be serçaw gewrem.

― swar be kuřim ba bigeřênyewe swar be.

***

― karêkit be min hebû qurban?

― bełê řamho bełê. ezanî ke ta êsta hezar kesim le merg řizgar kirdiwe û nardûmne lay kawe û êstaş le kořî şořişdan.

― bełê qurban agam lêye. êwe lew dû kesane ke hemû řojê debê bikujrên û mêşkyan bidrête derxiwardî marekan. yekêkyanit azad kirduwe û le cêgay ew ḧeywanêkî dîket ser biřîwe û mêşkît awêtey mêşkî ademîzadekey tir kirduwe. eme xizmetêkî gewreye ke to be řołekanî çyat kirduwe. diłnyam ke ehuramizda tawanî pêşûy êwey bexşîwe.

― bełê min demewê xizmetêkî tirîş bikem. eme axrîn yarmetîy mine be şorş.

― mebestitan le axrîn yarmetî çîye qurban?

― xot dezanî ke ta êsta de kuřî kawe ser biřawin û bûnete qurbanî û xorakî ew marane.

― bełê dezanim.

― êstaş feraz gîrawe.

― ah... bełê bełê.

― maweyekî lemew pêş be çend sed kes gemaroyan da û girtyan. min çawim le şeřî pałewananey bû. le ber koşkî ejdîhakda şeřyan dekird. bedaxewe min hîç karêkim boy le dest nehat. emřo norey ewe. norey ewe ke serî bibiřn.

― ah bełê.

― min pêm ḧeyfe ke lawêkî weha bekar, lenêw biçê. emewê řizgarî kem.

― çon etewê řizgarî key? feraz kesêk nîye ke nenasrê. wek min bîstûme emřo le koşka bem bonewe cêjnêk egîrê. ejdîhak destûrî dawe feraz berne lay xoy û leber çawî xoyewe serî bibiřn. bem ḧałewe baweřnakem.

― ew peřî emeye ke gyanim leser em kare dabnêm. min wezîrî ejdîhakim, etwanim biçme zîndan û feraz bênme derewe û biłêm ke dîbeme lay ejdîhak û paşan xom dezanim çî lê bikem, bełam leber eme tom bang kird ke yarmetîm bidey.

― min amadem bełam xotan bifermûn debê çibkem?

― katê ferazim hênaye der eydeme dest to. ca debê her corêk bê, le koşk bîbeyte derê, espêkî bo amade key û swar bê û le herêmî metirsî dûr kewêtewe. tikaye siławî germî minîş be kawe bigeyene.

― beser çaw qurban, beser çaw!

―xwat legeł řamho, xwat legeł bo hemîşe! baweř nakem çawman be yektir bikewêtewe řamho.

― ehuramezda pişt û penat bê, wezîrî mezin.

***

― sipas zîndanewan. dergay zîndaneke bikewe. emewê feraz beme lay ejdîhak. axir emřo norey ewe.

― beser çaw gewrem...

― ha... şêrî çya, ḧałit çone?

― toy arşam? boç be tewsewe qisem legeł dekey?

― to xeyanetkarî. to çepełî. dijî şayetîy ejdîhak hestawî. etewê şahenşayî êran zîndû keyewe; ha...? emane bes nîn bo eme ke řiqim lêt bê?

― yanî çî? to zor gořawî wezîr. meger...?

― bê deng be! bê deng be, nefam... min nokerî ejdîhakim. êstaş hatûm bitbem bo lay ew. emřo norey toye ke bimrî.

― wa dyare min û kardo be hełe çûyn. birya lê degeřayn her lewê detîkuşt. tif le to xanî wiłatfiroş!

― agat lêye zîndanewan? agat lêye çî dełê? xêra ke laqî bikewe. yałła, laqî le bend řizgar ke. emewê katê berew merg deřwa, bîbînim bizanim le tirsane le pê nakewê... yałła, zû ke.

― bełê qurban beser çaw!

***