řûnak

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 5 Xulek  1164 Dîtin

her debû bêdeng bim, debû nenûsim, bełam lew katewe ke diłim bedłî towe peywendikirduwe, xoperistî û ẍirûrim nemawe, xot agat lêye ke ta êste zorim hewł dawe bo xomit řagirim, her kat qiseyek hatote pêşewe û serçawey řûnî ewînman lêł kirduwe; legeł eweşa min tawanêkim le pêkhênanî em nêwan naxoşîyeda nebuwe dîsan her min destî aştîm bo lat řadaştuwe.

be gyan û dił kiřyarî nazit bûm, gwêm nedawete girmey tirsênerî dêwî ẍirûrêk ke le derûnmida wexeber hatuwe, leberçî? çunke xoşim wîstûy, toş paş ewey hestî naskî kiçanet damirkawe, daway aştî minit wergirtewe û bepêkenînêkit hemû lay řeşbînî û nahumêdîyekit le diłim řamałîwe. hemû kiçêk xawenî hestêkî ewtoye, eyewê bo diłdarekey naz bika, bitorê û çaweřwane ke pyaw hengawî heweł bo aştibûnewe hełgirê.

em řasteqîneye ke min başî tê’egem, ezanî ke hemîşe her min pêşengî aştibûnewe bûm.

çi peymanêkman best? çendeman zemzemey behar û ewîn û diłdarî be gwêy yeka çipand? çend se’atî be şor û hergîz le bîr neçoweman lelay yek beser bird? le bîrte ke min etirsam be carê xom bispêrme des gerdelûlî ewîn? çunke tałtirîn taqîkarîm lem barewe hebû, bełam toy baş, toy xawên naçarit kirdim teslîm bim, derûnî min amadebû, bo banghêştnî mîwanî ewîn, emzanî ke hestî min tenya le duřgey berîn û sewzełanî diłdarîya tê’ega û pitew ebê; bełam etirsam ew duřgeye ke min le diłma sazim kirduwe bew hemû mele cwananeyewe ke cirîweyan wek mûsîqay bê wiçanî jyan dête gwê lepiř bibête wişkaroyekî çiř. etirsam ew hengawane ke min betasey herêmî ewînewe hełyan’egirim bimgeyenête wiłatî dirow delese û firîwkarî. le bîrit çotewe ew roje paş sałêk ke beçaw, be řwanîn, be henasey sardugahê be bizey şermêwnî lêw têmgeyandibûy ke giriftarî tom? le komełanêka tûşî yek hatîn, êwareyekî behar bû to kitêbekanit be ser sîngî piř le razî kiçanetewe girtibû, şeketî çend sat gwêgirtin bo ders kutnewey mamostay xwêndigeke kemêk çawî lêł kirdibûy, detkut golawêkî mende be pelkî şilk û teřî şořebî sêberî lê kirawe.

lemêj bû emwîst pirêskey diłim lelat bikemewe bełam nazanim çi samêkî yezdanim le çawtida bedî ekird? ke her legeł emdîtî zimanim deçuwe best. bełam ew řoje şepołî pengaw bestûy hestî min lempeřî ziman û perjînî mijołî řûxand, gutim: «řûnak!» řawestay, bizeyekî hîwabziwên kewte ser lêwit û řengit ke le pêşa wek polûy agir sûr bû gořa, wek řojî serkel peřî, paş îstêkî kurt bûy be’askêkî sił û hełatî. wek dwêrdêkî tîj herîrî heway kołanit let kird, kołan piř bû le bonî xoşî ewînit. min mamewe bedłêkî ledest derçû. gyaneke řenge lebîrit nemabê çunke emřo bom derkewtuwe em maweye her nexişt gêřawe, rûbendî diłdarît beser xota kêşawe û le jêrewe gałtet be min kirduwe.

lêt epirsim, karî ew baxewanet pê çone ke towî guł eçênê? şew awî lê enê, bijarî eka, leşî nerim û nyanî gułeke le desdirêjî diřk û dał eparêzê ta ẍunçe eka, epşikiwê û bedem beyanewe pê ekenê, paşan baẍewan pêşêlî ka, bîjakênê û le řîşewe derîbhênê, bîxate ber sûretawî bê bezeyî nîweřoy hawîn? pêm biłê karî ew baẍewane bê heste, derûn zibret pê çone?

karim beser wełamî towe nîye, bełam to xot wek ew baẍewane baxçey derûnî minit becwantirîn gułî hest û diłdarî řazandewe, ew gułanet be’awî hîwa perwerde kird ta şepołî bonî xoşyan demaẍî lawîmî piř kird. le piř bê ewe tenanet xoşt bizanî bo çi wat kird, lêt napařêmewe ke ew behare ke xot kirdit xełatim bo çî lêm wer’egryewe?!

tenya emewê carêkî tirîş bitbînmewe, soney nîgam ke hogrî zirêbarî çawte, carêkî tir lem derya şîn û mendeda mele bika. emewê bizanim dîsanewe leber çawim her ew kele hetawgirey berbeyanî, ya bûy be’asoy zerdî řojpeř. zor seyre çon ebê diłêkî wek diłî min bê tawan le piř lewpeřî bextyarîyewe bête em peřî çareřeşî? beyanî ke çawim kirdewe tom hebû, bizey hetawim hebû, jyan û hîwam hebû, ke şew dahat ne tomay, ne piřşingî xoretaw û ne jyan û hîwa. nazanim bîrewerî ewînî mirdûman ewende bê hêze ke bitkêşê bo cêjwanî çołî xapûrman ya na, bełam eger hatî çawit bemin ya baştir biłêm tapoy min ekewê û ew tapoye pêt ełê bo çi wat kird?

em nûsrawe kurt û sakare ke pêşkeştan kira tenya le řwangey diłdarîyewe seyrî dewruberî xoy eka û natwanê bo komeł kełkêkî hebê betaybet emřo ke şêwey řomantîk kon buwe û derkewtuwe ke nałe û hawarî ewîndarane hîç derdêkî komeł dewa naka. bełam legeł eweşa ême hênde wişk û bê hest nîn ke becarê ewînman pê bêhûde bê, ewîn le nûsrawey «ri’alîstî»ya ebê kereseyek bê bo handan û pitewkirdin û labirdinî şeketî, nek xoy bibête naweřokî mebest; wate ewîn bo jyanî bextewerane legeł hemû kes, «nek ewîn bo ewîn».