xełkî şarî ewînim

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 4 Xulek  850 Dîtin

hewa tarîk bû, heweł car bû ke min benwêjî nîweřo bîrim lewe dekirdewe, eger xoretaw tînî nemênê em serzewîye ke hezaran sałe êmey le ser piştî xoy swar kirduwe çî beser dê? wiłat yekparçe ebête sehoł, dar û berd û aw hemûy eybestê û germay jyan sardusiř dademirkê.

nazanim lew bîre ałozaneda geyştibûme kwê ke bejnêkî berz û kełeget be kirasêkî zerdewe belay minewe danîşt.

ehat wa tarîk ebû, piřşingê ke le xoretawewe ehat û ekewte ser xaray kirasî ew kiçe wa lelam danîştibû, le ser kirasekey ebû be hezar řengî be wirşe, têy geyandim ke taw û sawêkî xoş xêwetî hełdawe...

çawim le cûtê kewşî jinane hełgeřa berew jûr, wek marêkî řeş bełek û tînû ke bedarêkî şilk hełgeřê û byewê le naw turit û teřî likî here berzî dareke mandûyî biḧesênêtewe, nîgam kewte ser dawênêkî xawên û lewê geyşte ber piştênêkî kem û şil û mil û leser sîney dû goy zêřîn, dû memkî qut ke le jêr kirase zerdekewe çiroy derkirdibû westa! tasey guşîn diłmî piř kird û paşan nîgay nesrewtûy birsîm řaxuşî bo gerdinêkî berz ke çeneyekî xiř û piř sêberî lê kirdibû, wek sêberî şeket laberî daretûyekî beberg û ber.

askêk, askêkî mandûy řewek û sił, hênde berçawe, ke le germay hawîn řa’eka berew şineyekî çyay bijwên û egate pole dudřikêk ke sêberî řewezêk le baweşî girtuwe. nîgay min ew aske bû ke le jêr tûtřikêk û mûy tazehatûy hełnegîrawî lacangî kiçekeda aramî girt; dîsane ewa bîrim řoyşit, bełam nek bo dûruder, wek tîrêk ke kewane bikat berew xom geřawe û le cergim hełçeqî; çûme naw xomewe û bîrim kirdewe eger hemû cîhan beberg û darewe, derya û çya û cengeł û şar û awayî û çoł û deştewe gyanyan hebwaye çon ebû? em kate beyan bizey xoy zyatir eřazandewe, guł geştir xoy enwand û kolke zêřîne wek ew bermûre řengawřengey lê ehat ke beser pêstî lûs û bêgerdî gerdinî em kiçewe edrewşêtewe. dû çawî geş û řeş girtyanme ber řwanînê, ta em kate nemdîbû, řwanînêk ewende biřist bezên û germ û tase şikên, etgut temenêkî dirêje min her lem cêgayeda danîştûm û ew nîga betîne ajwawete demarî leşim; etkut bê ew nîgaye min hîçim, sard û siřim, wek zewîyek hergîz hetawî lê hełnehatbê, seyre beřastî seyre, yarîyek ke gahê bizeyek ya nîwnîgayek ya lencewlarêk bedłî pyawî eka, her bem zuwe bê ewe bitwanim hogrî wek bonî gułzarêk ke le pêçgey bay şemałewe epêçrê û leber lûtî řêbwar ekirêtewe hemû diłmî tenêwe, hogrî ew şite kes nebê ba şew hebê xoşe. nîgaman wek dû marî ’aşiqe û maşqe têkhała, diłim belêdanî bê wiçan perdey şûreyî û xořagirtinî diřî, gutim lew awayîye ẍerîbim, bo ẍerîb? hîç şitê le tebî’etî bêdeng û xamoş aşnatir nîye, ademîzad namoyî eken, bełam siruşt dił awaye û bexşinde, bê pirte û bołe.

pêkenî û wirşey didanî wirdî kewte ser lêwî sûr û kiçaney, beşwên zerdekeya kutî:«tênegeyştim çît kut? ewende dezanim ke tenya û ẍerîbî, eweş ezanim ke lawêkî cwanî.» tirsam. bełam nek leber eme kemêkî gałte têdabû, na... leber eme min hestim kird le beramber kiçêkewe danîştûm ke be sakarî û lebarî û bêderbestî wek şanazî kirdin bepeykerî vînos û min wek dêrîne nasêkî tamezro ke le kelawey xapûrî şare konekana le şwên ’entîkey hunerîya wêłe, naçarim le beranber ew kiçeda dest besîne bwestim.

lew tasan û sersuřmaneda bûm ke lepiř le zimanim hateder:

«to... to vînosî... to peykerey xway ewîn û cwanî...» be sîlay çaw seyrî kirdim û kutî: «to le řadebeder şerim ekey wa dyare kurdîş nazanî; lam waye xełkî em şare dûraney ke ełên, seryan leber dûkeł be teme.»

witim: «na, na, xełkî herêmî diłdarî û danîştûy şarî ewînim.»