beharî diłdarî

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 4 Xulek  960 Dîtin

em pexşaney xwarewe basî beharî diłdarî û cîhanî řengawî eka, ew cîhane ke le herêmî destełatya hergîz şew danaye û gułî geşî hergîz begełařêzanî payîzî najakê û sîs nabê; sikałay ewînî lawêk, sikałayek ke çeşnî zayełey dûre destî dengî şimşałêke le berebeyanîyekî ziringaweda, ya çipey polî perîyane le kořî cêga konekana.

çî biłêm bem diłe kiłołem ke çeşnî kotrî gîraw xoy beqefesî sînemda eda... çon ew řaze ke sê sał wek gencêkî hêja le kelawey xapûr û çołî diłma řamgirtuwe, belatewe bîdirkênim, axo wişew dem û lêw meḧremî diłn? aya em hewaye le nêwan demî minewe tagwêy to ewende řazdare ke min wek marî sergenc pasewanî em nyaze betîn û xoşewîstîyey pê bispêrim. birya û set birya dił ebû be řiştêkî bêřengî bê sinûr, serêkî le herêmî xunkarî şewewe destî pê ekird û ew serekey le sinûrî řoja ebřayewe ta min bitwanim ew hemû taseye le diłma cê bikemewe û hergîz naçar nebim be derbiřînî ewînim, hêmnî û mendî gomîlkey çawe cwanekanit bişłejênim û xewî xoşî piřşingî çawit ke ełêy masî zerd û sûrî deryay arame bişêwênim.

carêk emeye awatim, carêkî tirîş ełêm birya dił lemeş ke heye kemtir ebû ta gerimtir wêney řuxsarî şikodarî pakit tasey hergîz neşkawî bîrewerî le baweşî dił binê.

eme şêtîye, bełam baweřke ba ew heło berze ke ewînî pyawaney mine, şwên bawê û detîşkî xoretaw kewê. hełoy berew berzî ta ew cêgayey peřu bałî betînî xoretaw esûtê û hewrî sipî wek kifin û xełat le derewey leşyewe epçiřên.

kutim na! ba ew bêdengîye neşkênim, ba herêmî sipî û bêgerdî xamoşî betîxî tîjî wişe hełnebiřim, babsûtêm, ełêm derdar û ewîndarim, bełam takey...? derd û dił dastanî şûşe û berde... ta key beyekewe esazên...?

cergî kun kunî xwêndełên be çi zimanêk têgeyênim ke çeşnî bilwêr bilorêtewe...?

pyałeyek bû lîwanî şeřabî xem ledestim kewte ser zewî û bû behezar kut... eme nałe bû, nałey derdedarêk bû ke naçare binałênê ta derdî sûk ka...

bibûre xoşewîstekem! nemtiwanî xom bigirim, diłim gułêk bû pengî xwardewe pejare û serřêjî kird, eme heweł diłopî em sêławe bû ke le diłim hełqułay û be kongey lêwma hate xwar; bexom nebû ke nûsîm, xoşim ewêy!

leme şermezar û peşîman nîm ke pirsêke diłim lay to kirdewe, etirsim hîwayekî nadyarî bêřeng ke řeng û watey eda bejyanim wek çiray şewbêdarêkî hejar le taqçey sînema bikujêtewe; etirsim neka çepke gułî hestî ałim ke be xeyate xawî şî’ir û xeyałim honrawetewe bedyar wernegrî; sê sał, sê sał lêdanî bê wiçanî dił; şewanî ta beyanî lebîra beser çû, řojanî ta şew be hîwawe têpeřîw, biřistî minyan biřî, wek gencêkî kem temen şerim û şiko daygirtim û kutim: xoşim ewêy... bêdeng bû. çon biłêm em bêdengîye kem xayenet çî beser min hêna?

layekim behar bû behezar gułî ał û waławe, behezar melî deng xoş becîlwewe, lelayekî tirim zistan zemherîr bû besozî leş tirsênî, tîn fiřênî hezar lûrey ba û kiřêwewe, etirsam zyatir lem bêdengîyeda azarim bidey, xerîk bû hawar bikem û biłêm dergay gułzarî demit bikewe ta henasey zîndûkerewey mesîḧayî bihajête gyanim, bełam dexîlit bim hîway sê sałey diłêkî genc be ba mede, to ke gyanî nerim û hêmnî diłî naskit nehat em pepûle ewîndare ke behezar hîwawe beser pay gułî diłtewe nîştibû bitarênî; êstê ey řemzî hestî wa behar û ewîn û cwanîye. her wek le pařanewekema kutim etwanî bimxeye ber sêławî řeşî şewgarî diřu kiřu eştiwanî destim bigrî û bimbeye mełbendî beguł xemłîwî piřşing û şadî. emeş bizane ke eger wełamit herçî bê, eger mujdey bextewerî bê ya şeqłibûnî hîwa biřawî, perjînit begułî ewînî min têknaçê, min her ew şeydayem ke bûm, şeydayekî bextewer, eger biłêy erê beşeydayekî çawre řeş, eger biłêy na, lêm geřê, bełam swêndit edem bew çawe cwananet le agirî dûdłîya memhêłewe.