daxwa řûdekî yekem şa’îrî farse?

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  992 Dîtin

selam le gwêgrî be hest û hunerperistî bernamey tapo.

gwêgrêkî beřêz pirsyarî kirduwe ke baştir nîye lebatî ew hemû cyawazî bîr û biřwaye ke le nêwan mêjûnûsanî wêjeda peyda buwe û her kam sebaret be heweł şa’îrî êran şitêkyan nûsîwe û kesêkyan hełdawe, řast û řewan řûdekî be heweł şa’îr dabnên û xoman lem heraye řizgar keyn. ew gwêgre paşan daway kirduwe ke ême boy řûn keynewe ke aya řûdekî her le minałîyewe çawî neydîwe ya paşan çawî bestirawe. nûserî bernameke bem çeşne wełamî edatewe û hawkarîyekî tirman pêşkeşî eka.

řaste ke eme hełeye heweł kesêk ke tenya şî’rêk ya tenanet nîwe şî’rêk hełbestê le mêjûy wêjeda beheweł şa’îr bidrête qełem, wek behramî goř ke ełên kutûyetî:

minim an şîr diman û minim an pîl yilhFarsî
nam min bihram gur û kinîtim bucbileFarsî

ke hełbet kemêk cêgay gumanîşe ke em hełbeste hî behram bêt. yawek kuřî ye’qûbî leys ke le yarî minałaneda kutî: «ẍiltan ẍiltan himî rud talb gur».

emane û kesî tirî wek emane natwanin heweł şa’îr bin. cige lemeş eger biçînewe binawanî kareke boman der’ekewê ke heweł şa’îr, heweł ademîzadêk bû ke twanî wişe bezmana bihênê. ewey ke kê heweł şa’îr bû û kam hełbest yekem hełbest bû ba bimênêtewe bo ew kesane ke mamostay ew karen û le řastîya bêkarin! bełam ewey ke fermûyane řast û řewan řûdekî beheweł şa’îr dabnêyn, emeş hełeye. çon pêş ew ebû şehîd û ḧenzeleman buwe û şa’îrî başîş bûn. řaste ke ḧenzele tenya dû şî’rî le tezkerekana mawetewew dîwanî nîye, bełam her ew dû şî’re nîşaney desełatî ewe le herêmî şa’îrîda, beçeşnê ke xerbendeyek bexwêndinewey ew dû şî’re wa han edrê ke tî’ekoşê û nawestê ta ega bepley emîrî. em dû şî’re ke botan exwênînewe tenanet emřoş nwê û neşemzawin û naweřokî komełayetî başyan lê der’ekewê. ḧenzele ełê:

mihtirî gir bih kam şîr dirastFarsî
şu xitir kin z kam şîr bicwîFarsî
ya bizirgî û ’izu ni’imit û cahFarsî
ya çu mirdanit mirg ruyarwîFarsî

bełam sebaret be řûdekî, ebû ’ebdułła ce’fer kuřî miḧemmed ke naznawî řûdekî buwe yekêke leşa’îranî paye berzî êran û bêguman heweł kesêke ke şî’rî farsî pitew kirduwe û lenaw wêje wîstana perey pêdawe. řûdekî mamostay gewrey şî’rî farsî le sałekanî naweřastî sedey sê le awayîyek benawî «řûdek»y semerqenda le dayk buwe û bem boneşewe pêy gutrawe řûdekî. ew şa’îre bewatay ’ewfî, nûserî parawî «libab alalbab» ewende hoşyar buwe ke le temenî heşt sałîya tewaw qur’anî leberbuwew şî’rî başî gutuwe. her «’ewfî»ye ke enûsê dîmenêkî cwan û dengêkî xoşî hebuwe û lay «abwali’bik» ke mûsîqarêkî nasrawî ew serdeme buwe lêdanî berbet fêrbuwe û awazey nawbangî behemû wiłata biławbotewe û «emîr nesrî samanî» ke emîrî xurasan buwe birdûyete lay xoy. sebaret bem base ke řûdekî bekwêrî ledayk buwe ya paş maweyek bînayî ledest dawe, biřway corbecor heye. «’ewfî» lay waye ke her bemnałî û katî ledayk bûn beçawî bestirawewe hatote dunya, bełam sem’anî û nîzamî ’erûzî û nûserî mêjûy sîstan, hîçkam îşareyekyan bem mebeste nekirduwe. le řwangey awazîşewe selmandî eme ke řûdekî kwêrî zigmak bûbê kemêk dijware. ’ewfî le pêş eweda ke binûsê řûdekî çawî neydîwe, îşarey bedîmenî cwanî ew şî’re kirduwe û eme kemêk seyr dête pêş çaw ’ewfî betan û poy cwanî řwałetî şa’îrêda çûbê ke cwantirîn endamî dem û çaw û řuxsarî naqîs buwe. cige lemeş ew hewłdan û pêhełgutney tebî’et û cwanî afret û dîmene, ke le şwênewarî «řûdekî»da heye, nabê hî kesêk bê ke hergîz be çaw ew cwanîyaney nedîbê, lebasî pîrî xoya ełê:

mira bisud û firu rîxt hir çih dindan budFarsî
nibud dindan, labil çiraẍ taban budFarsî
sipîd sîm zidih bud û dir û mircan budFarsî
sitarhٔ siḧrî bud û qitirh baran budFarsî
tu rudkî ra -ay mahru!- kinun bînîFarsî
bidan zimanh nidîdî kih ayn çinînan budFarsî

kesêk ke bem mamostayî û naskîye basî sedefî didan û duřu mercan û estêrey beyan û diłopey baran bika, nakirê cwanî tebî’etî beçaw nedîbê.

řûdekî mûsîqarêkî baş buwe û dengêkî xoşîşî hebuwe û çengî baş lêdawe. çeng kereseyekî mûsîqay taybetî êranîye û leber eme ke xwar buwe û bemzirab lêdrawe pêyan gutuwe çing. êsteş le biřê şwênî kurdistan be şitêk ke xwar bê ełên çenge, le şwênewarî şa’îranî serdemî řûdekî der’ekewê ke ew şa’îre çengî baş lêdawe. şa’îrêk ełê:

rudkî çing birgirfit û nwaxtFarsî
badih pîş ar ku sirud andaxtFarsî

lem şî’re hem çeng lêdan û hem deng xoşbûnî řûdekî der’ekewê. cige lem hunerane le şa’îrîşa, řûdekî le serdemî xoya bê hawtabuwe. ’unsurî, şa’îrî gewrey derbarî ẍeznewî ełê:

ẍizil rudkî war nîku budFarsî
ẍizil‌hay min rudkî war nîstFarsî

řûdekî zewqêkî becoşî hebuwe û dîwanekey yekcar zor buwe û wa der’ekewê ke dîwanekey le serdemî xoya bedestewe buwe. yekê le şa’îranî tirî şêwey xurasanî sebaret bejmarey şî’rekanî řûdekî le parçe şî’rêkî ełê:

şi’ir aw ra bir şimirdim sîzdih rih sid hizarFarsî
him fizun ayd agir çunankih bayd bişmirîFarsî

sêzde car sed hezarî eka yek milyon û sêsed hezar. hełbet em jimareye yekcar zore û le biřwa be dûre ke şa’îrêk bitwanê em hemû şî’re hełbestê ewîş şî’rî weha mamostayane.

emřo dîwanekey le sê çwar hezar şî’ir, tênapeřê û emeş bełgeyekî tire bo eme ke nakirê leyek milyon û sêsed hezar şî’ir, tenya sê hezar şî’ir mabêtewe. herçî bê belay minewe çendayetî şwênewarî hunermend zor girîng nîye, ewey wa girînge çonîyetî şwênewaryetî.

ta bernamey dahatû hemûtan bexway gewre espêrîn.