eskender şaxî heye

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 5 Xulek  1062 Dîtin

pyawêkî nizîk be sî sałey ne kurt û ne dirêj bû. simêłêkî xurmayî û dem û lêwêkî cwanî bû. řank û çoẍeyekî kon bełam xawên, endamî řêkî da’epoşî. sê çwar gez piştênî peşmîney guł wird nêwqedî barîkî ebirde řêkî kelekey. camaneyekî řeş û sipî le ser ebest û likêkî ber’edawe ser keway miradxanî. heta dîbûm her bem berganewe dîbûm, bełam hemîşe lam wabû her êste gořîwyetî. xełk eyankut nedwêne, bełam ew řoje ke min çawim pêy kewt zor germuguř çak û xoşî legeł kirdim. zor ademîzadî wa heye ke beřwałet xo bezil zan û xo le la zor dête berçaw, bełam katê legeł duway peşîman ebîtewe ke boç le hewełewe wat guman birduwe. nawî, kem kes eyzanî. řastîyekey emeye ke xełkî awayîyeke lew perdey řaze ke ew beser xoya kêşa bû, etirsan. hemû kes basî ekird, bełam hemîşe wek basî şitêkî nihênî biken, beçpe edwan. hemû şitêkî şarawey nenasrawe, legeł eweşa ke pyaw ekêşê û kełkełey han eda eşîtirsênê. çeşnî şewêk ke le berçawî minał piře le cinoke û xêw.

ew řoje ke min qisem legełya kird le pena sêberî mizgewta danîştibû. berbeyanêkî kemêk sardî payîz bû. baranî dwêşew gełay zerdî řîze çinarekey nizîk mizgewtî werandibû. bayekî nermî amał sard, gełay zerdî xezełwerî elerandewe, bełam ney’etwanî le zewî berzyan katewe, çunke baranî dwêşew teřî kirdibûn û miłasî zewî bibûn. gełakan xişe û xişpeyan nedehat, bełam befûy sardî demî ba nîwe nûzeyekî be’astemyan lê hełdesta. wek ewe eçû to le derî dêwe le sêbarî şewa, gwêt le dengî be’aspayî awayî xewałû girtibê û nałey nêwan dar û piçiř piçřî kiçêkî taze sałit bête gwê ke xewnêkî naxoş azarî eda.

siławim kird û bê ewe çaweřwanî wełamî bim leser tateberdî penaya danîştim û kutim: «kutupiř sardî kird.» serî hełêna û geşeyek kewte ser çawî. geşeyekî tîj têpeř û bê baweř, wek estêreyek ke raxuşê û bikujêtewe. wa dyar bû hestî kirduwe lem awayîyeda zor xoşewîst nîye û belayewe seyr bû ke min wa bê tirs le penaya danîştûm. kutî: «hemîşe herwa buwe, hêrşî kutupiř! bê ewe agaman le derd û mergî xoman hebê, tawêrî zeman besermana dê û emanhařê.» seyrim kird desredestekey le naw destî behêzya weha ekuşê lewaneye desreke bidřê. etkut eyewê hemû řiqî xoy bika behêz û bîda bepencey destî û bîřêjête naw desrekeyewe. nîgay wek bazî birsî hełfiřî bo dûredestêkî gum û nadyar. řengêkî xołemêşî gilêney çawî dagirt. etgut sałhaye ew gilênane bûn bedû şûşey girdî bê bizûtnewe. leber xoyewe gutî: «de sał!» de sał xem kûřî kirdibû. destî bepşityewe girt û kemêk xoy řast kirdewe. - «derdêkî gewreye, bełam derkî ademîzad şêwey kewłêkî biçûkî heye û hezar derya xem eba.» kutim: «basî xem ekey. lat wa nîye eger bîdirkênî xemeket leser sûk bê?» kutî: «nezîley eskender û şaxêtî.» kutim: «nembîstuwe» kutî: «ełên eskender şaxî hebû. her sertaşêk serî etaşî bem řazey ezanî; bełam hemûyan bedestûrî eskender ekujran. ta yekêk lew sertaşane ke xizmî serbiřî eskender bû beřeła kira. sertaş benhênî ejya û neşî’etwanî řazî eskender bidirkênê, ta tûşî nexoşî hat. ḧekîman pêyan kut, to řazêkit heye û le diłta bote girê. eger řazeke derxey řizgar ebî. sertaş naçar çuwe qamîşełanêkewe û lewê çend car le jêr lêwewe kutî: «eskender şaxî heye.» «ba» em dengey kird begerûy zel û qamîşekana. her kat «ba» ehat ya her kat zelêkî ew qamîşełane ekira bebliwêr û bilwêrjen fûy pya ekird, em denge le gerûy qamîşekan hełdesta: «eskender şaxî heye.»

bê deng bû. dîsan çawî biřîyewe kelî ewpeřî awayîyeke. řoj tewaw germî kirdibû. hełmî zewî teř wek dûkełî nêrgeley pîre pyawêkî dêhatî berew hewa heł’eçû. kutim: «kabray sertaş çî beserhat? paş dirkandinî řazeke nexoşîyekey le koł bowe?» kutî: «ezanim ełêy çî. eskender şaxî hebê ya neybê giring nîye, giring emeye gwêy nebê.» serim suřma bû. nem’ezanî ełê çî û lepiř hestim kird minîş wek hemû xełkî awayîyeke lêy etirsim. em kabra gence bem endame řêk û cwanewe, çî weha le leş û gyanya hebû ke bo lê tirsan bişê?

dîsanewe dengî xembar û pyawaney ke zor le temenî pîrtir dyarî eda hatewe ber gwêm: «bełê ekirê eskender şaxî hebê, bełam eger gwêy le ḧand nałey derdedaran keř û nebîst bê...»

qisekey tewaw nekird, destî be’ejnoyewe girt û hesta. çawî le çawim biřî, wek eme byewê sipasim bika ke bo maweyek le tenyayî derimhênawe; bełam bezar hîçî nekut. serî berdawe û řêgay girte ber. le piştewe le pyawêkî zurhanî le kar kewtû eçû. etkut serî bezor bo řa’egîrê ke şoř nebêtewe ser sîney. bê ewe bizanim mebest çi bû leber xomewe kutim: «de sał! de sał xem û derd! małî ademîzad şêwey kewłêkî biçûkî heye û deryayek xem eba.»

ta ḧewtey dahatû xwatan legeł