tenz le wêjey kurdîya

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 8 Xulek  2062 Dîtin

selam le gwêgrî hogrî huner û bîstyarî hestyarî bernamey tapo.

bedaxewe le wêjey kurdîya beşî nûsînî tenz keme. tenzinûsî, beçeşne nûsînêk ekutrê lewda mebestî komełayetî beşêweyekî gałteçîyane der’exrê. le řastîya nûsînî cîdî û asayî legeł şêwey tenza heryek barî komełayetîyan heye, bełam le şêwey tenza le qeşmerî û gep û gałte kełk wer’egîrê bo ewe le tałayî derbiřînî řasteqîne kem bikatewe. tenz çeşin û corî zore. hendêk tenzî tał û nadyarî le wêjeda hen wek şêwey nûsînî çêxof nûserî řûs ya nûserî kilasîkî feřanseyî anatol fiřans û hendê tenzî tirîş hen ke řexnegir û aşkira û tund û tîjin. wek nûsrawekanî arit buxwałdî emrîkayî û «’ezîz nesîn»y turk. cige lemane le beşekanî tenz, tenzî syasî û komełayetî etwanîn nawberîn.

mebestê ke nûseran bo lay nûsînî gałteyî řa’ekêşê emeye ke le tenza dîwar û şûrey îmaj û îsti’are û dapoşrawî berz û pitewe. tenzinûs le pişt ew dîware berzewe bedłinyayîyekî zortirewe etwanê hêrş bikate ser sengerî dizêwî û nalebarî naw komeł. tenzinûs le hemû şitêk bo nwandinî mebestî xoy kełk wer’egrê. le zimanî pelewerewe, le zimanî pirsunil û qaremanî ewtowe ke le naw ustûre û efsanekana hen qise eka. etwanê serdemî řabirdû le řojgarî xoya zîndû katewe. wate zeman berbestî naka. bo nimûne eger nûserêk byewê gyanî pyawêkî mêjûyî ya zanistî û hunerî bihênêtewe ber leşî û le layen ewewe qise bika, naçare řengî xołemêşînî tenz û gałte le nûsrawekey bida, dena nûsrawekey benawî şwênewarêkî dijî řasteqîne exrête lawe û kes nayxiwênêtewe.

lem bernameyeda nûsrawêkî tenzî kurdîtan pêşkeş ekeyn û hîwadarîn bibête sermeşq ke nûsînî tenz pere bistênê û ew şêwe cwane lem řadeye ke êste le wêjey kurdîya heyetî beriztir bêtewe.

le gurgî birsîyewe pêşkeş bo beranî dabestey beřêz

pêş hemû şit le xuday mezin epařêmewe ke jyanî dirêjit bikate nesîb. bê guman lem mange mubarekeda zimanim beřojuwe û le gunah ewende dûrim ke bapîre gewrem le řiştinî xwênî kuřî ye’qûb dûr bû. xwa nizam wer’egrê, emey ke min beřojûm û le tirsî xuda wek bîy naw aw elerzim, le bîrit bê û bîsengêne legeł nezîle miftekey ademîzad ke ełê: «tobey gurg merge», ta bizanî ademîzad cisnatî çîye! we çon ew zimane ke xuda pêy dawe ta yadî ewî pê bika, qisey řastî pê bika û bedrowdelese çepełî neka, behemû layeka eygêřê. her lêm geřê biray başim, biřbiřey piştim. çende lew ademîzade tûřem. řaste ême lew kateda yusfiman nexwarduwe û buxtanyan pê kirdûyn, xuda ke xoy hemû aşkira û nihênîyek ezanê, newałey bo biřîwînewe û pêwîstiman bexwardinî goştî tir nemawe, bełam legeł eweşa eger bom hełkewê êsk û pêstî ademîzad leyek ehałênim.

bibûre ke seretay namekem baş dest pê nekird. beřast kak beran çonî? çakî şukir?! pêm biłê bizanim xewt çone? dwêşew baş xewtî, yam gołeborî xwên tałî êsk giran her bedewrî gelexaneketanda hełsûřa û ḧepey hat. em xo şîrîn kirdin û kilke sûtey segîşim belawe zor şûreyîye ke bo paruwe nanêk eyka. ca eger ême beyekewe baş bwayeyn ademîzad çon eytiwanî em çermeserîyeman beser bênê?!

biřwane gacût bem hemû zilîye be’oḧeyekî cûtyar wek mêw û řon leser xetî cût egeřêtewe. katêkîş le gêreyan kird, dembênî eken, neka dem bo denke genmêk berê ke beřencî şan û pîlî ew hatote berhem. diłî beme xoşe ke yekem gyandarêke ke yarmetî xêłî ademîzadî dawe. tikaye le zimanî minewe bem gaye biłê neybîstuwe ke ademîzad le naw xoyana ełên: «cûtbendey baş ew keseye ke gay lawaz bê û segî qełew!» eger manay em qiseyeşî lê pirsî her le zimanî minewe pêy biłê ke ga ebê zor kar bika. bûre û beyar û çiřgen û cařefrîzû derbihênê, ta ew lawaz bê û sifrey ademîzad biřazêtewe, segîş ke cige le pasewanî karêkî le des naye ebê têrutesel bê ta bitwanî qazanc û sûdî ademîzad baştir biparêzê. eme pêy ełên: «kar benanezgê».

kakî xom, bełam xomanîn ew sege wa min eynasim eger le birsa lar bêtewe û lakey serî bê, hêştaş des le kilkesûtê û nûze nûz hełnagrê. şitêk ke bo min seyre, emeye ke to bem gyane nask û heste xawênewe ke hete çon legeł çeq û lûrî seg heł’ekey? řaste min û to leber hendê şit leyek dûrîn û baş yektir nanasîn, «xuda sebebkarekeman bika bekoy zûxał», ke min û toy leyek kird; bełam herçî bê min û to leser çwar pê řawestawîn û ademîzadî tejey lendehor bedû pê eřwa beřêwe. řenge netbîstibê ke ademîzad her kat byanewê gałte beyekê le xoyan biken û biłên nefame, ełên: «eger ew destey hełîhênawe daynêtewe ser zewî ebêtewe beçwar pê.» toy ziringî hoşyar bê guman bîrit leme kirdotewe ke ademîzad şîrit exwa û teřayî bo berxołekanit nahêłêtewe. beřast çi řwangeyek diłtezêntire le řwangey berx têberdan, katê ke jinanî bêrî beşîrmeşk û meřdoşkey piř le şîrewe le naw řan dêne derewe û berx û karjełey saway birsî bekařekař û balebal beşwên daykyana egeřên. bełam katê egene daykyan her finiçkî yekem tê’egen pêş ewan tałan kirawe û hełçořawe. xoyan em derde beser êwey xanedan dênin, bełam kayeyekyan heye benawî «daye memde begurgê». bê guman dîwte ke minałanî ademîzad ko ebnewe û yekyan eken begurg û yekyan ebê bedaykî berxołekan, ca minałekan bedewrî daykyana heł’esûřên û ełên: «daye memde begurgê, gurge didanî tîje». bełê, başe gurg didanî tîje, bełam bem didane tîjanewe nîwey êwey ademîzadî newsinî têr nexor, xwênxor nîye. gurg goştixore, meř gyaxore, bełam ademîzad goşt exwa, gijugya exwa, mîwe exwa... to hîç diřindeyek enasî ke qesabî danabê?

kakî beřêz! katî ewe hatuwe bîr bikeyewe cige leme ke ademîzad şîrit exwa, goştî berxołekanîşt exwa. min ke nazanim, bełam le ademîzadim bîstuwe ełên, kebabî goştî berx zor betam û lezete. nałêm goştî berxim nexwarduwe, bełam ewendem birsî buwe ke bîrim le tam nekirdotewe. herçî xwardûme bo ewem xwarduwe nemirim. ademîzad le sałî giranîyekeda yektiryan exward. bo min hemîşe sałî giranîye. ademîzad sałê carêk wek têsû tałanit eka û xurî leşt bebrîng heł’epaçê û gwê nadate ewey ke leşt birîndar ebê yam ne. xurî û bergit eka bebergî xoy û hezar şitî tirî lê dirust eka. degenałî îngilîzî û parçey zerdî ałmanî û mafûrey êranî. biřwane emane çende fiřufêł ezanin. nawî to her le kûlekey teřîşa nîye. bexuda begwêma naçê, kam ademîzad le hemûyan řastitre le gurîsî naw hembane pêç û piłûçî zortire. xoyan ełên: «şitê ke bo mał pêwîste le mizgewt ḧerame.» keçî to eken besłiqî řût ta xoyan poşte binewe. sereřay em hemû diro û napakîye, bemin ełên «tobey gurg merge». nazanî leberçî mergî min be’awat exwazin? çunke min wek wiştirî pê pan baryan bo hełnagirim. wek seg kilkesûteyan leber nakem û bibûre çeşnî to şîryan nademê û nabme dimedoy xêzanyan. tikaye bo dirêjedanî wituwêjekeman û bo ewe jengî dujminayetî le diłman pak keynewe teşrîf bihênî bo řewezî pişt małan ta baştir basî dujminayetî ademîzad řûn keynewe.

xwat legeł, birat gurgî birsî.

em nameye posteçî hênay û day beşwan û şwanîş ew řoje gołeborî narde cêgay dyarîkiraw.

ta ḧewtey dahatû xwatan legeł.