benî adem xwa way kirduwe řojêkî ta mawe
hewdayekî xaw
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
2 Xulek
980 Dîtin
benî adem xwa way kirduwe řojêkî ta mawe
seraser ’umrî serfî serf û neḧwî zerfî «tamawe»
medarî tûlî ummêdim xeyałî gerdin û zułfe
bełê sewdaserî ’aşiq leser hewdayekî xawe
besanî perçemî aşufte sergerdan û julîde
be mîslî zułfî sunbûl dił hemîşe ḧałî şêwawe
heway nafey ẍezaley řêy xuten tûşî xetay kirdim
be yadî mîşkî zulfî řûm le «çînî» perçemî nawe
çiraẍî ’umrî ’aşiq bay fenay hîcranî lê hełbû
le fanûsî «edeb»da ḧîfzî ke yek dû nefes mawe
demêke çaweřêy surmey ẍubarî meqdemî yarim
le koy xûbanewe emřo nesîm tozêkî hênawe
kitêbî ’îşqî mecnûn ayetî řuxsarî leylaye
le sûřey yosfa dersî cinûnî ême nûsrawe
serim kasî şeřabî suḧbetî kasey diłî ẍeyre
le derdî durdî em came penam bo saqî hênawe
kesê fîtret biłind bê bo řewacî sikkeyî dînî
xeracî mîsrî qelbî xoy be ḧusnî «yosfî» dawe
leser sewday qumarî şahî xûban «pîrî burhanî»
be çewganî îradet goy serim bo bazî danawe
nimay řoḧ û ḧeyatî min be cîlwey saqîye baqî
newek wek sipłe bo sifre ledûy nan, çawî piř’awe
be qurbanit bim ey pîrî xerabatî cîhan abad
beşahîd be ke wa řoḧim le řehnî qurbî to nawe
şehî mułkî yeqîn şahenşehî dîn pîrî batemkîn
ře’îsî ewlîya řeḧmê heta dił řêy nebesrawe
le darulḧuznî mîḧnet nacîye wek pîrî ken’anî
be boy pîrahenî yosif kesê çawî hełênawe
ḧuzûrî to beheşt, adem dił û ehlî ḧesed şeytan
be boy daney teme’ kêşawye naw dawî dunyawe
şeřabî suḧbetit îksîrî xakî me’denî řûḧe
le karxaney se’adet luqmeyî luqmanî hênawe
’edû ba herwekû ’eqreb be kilkî nêşî xoy danê
şukir tozê ḧeyay bû wa be çawya dyare daynawe
heta gwêy pêwe bû munkîr le zelkawî ḧesadetda
hezarê kilkî bigrê kełkî nagrê taze xinkawe
wekû perwane bo şem’î cemałî to ḧerîqNasnava edebî emşew
çiray şoqî be kibrîtî tebî’et xweş hełaysawe