qemer kewtote mîzanî xeyałim muşterî ba bê
diłberî fikir
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
4 Xulek
999 Dîtin
qemer kewtote mîzanî xeyałim muşterî ba bê
le ’îqdî nezim û nesirim talbî ’îqdî suřeyya bê
cemałî diłberî fikirim le xełwetda bû ta êsta
biła ba diłber’ara bê, qebûłî ehlî ara bê
le dûkanî xeyałim bo ’erûsî dił ẍezel dênim
girancanî bekarnaye kesê sewday leserda bê
le mujdey newbehar û ẍulẍulî bulbul le dewrî guł
wekû qumrî debê toqî wefay serum lemlida bê
nefes dem, dîde piř aw û semawer sîne, cerg ateş
kelamim qende ger saqî legeł min arezûy ça bê
serim semtûr û sîne saz û eşkim tare bew şerte
bida saqî meyî nabê biłê mutrîb biłêy nabê
le damênî xeyałim damenî guł biçne ey şahîd
be şertê şahî şemseddînNava taybet le diłma cîlwe’ara bê
le germî lutfî mewlaNava taybetwe nîye serdî le mewlawe
be serma řoyîwe serma, nîye bakim beserma bê
xełatî şahî newrozî nîşaney ateş efrozî
nesîm hênay be diłsozî dełêy sozî cefa nabê
ře’îse hewr û topçî ře’d û top berq û nîzam baran
nesîm pêşřew, telî’e terze, feřřaşî debê ba bê
şemał sertîpî tertîbî ẍułamaney ẍułamane
cinubî yawerî fewcî şede û desmałî wała bê
bełek bû kêw û seḧra wek dełek xoy dizyewe zistan
zeyîstan îttîfaqen çûn berî xist hêzî pêy babê
le dengî ře’d û řengî beřq û nałey hewr û girmey ba
keř û kwêr befrî tayîn mer henaseserdî pê mabê
le şewqî guł, le zewqî mul, ’eceb serxoşin ehlî dił
dewêjin tayîfey xûban meger cennet be dinya bê
ḧecer herwek şecer natîq be siřřî qudretî ḧeq bû
kesê ḧałî bibê ḧałî debê ger ehlî bîna bê
nîşaney nî’metî ’uqba le dinyada huweyda bû
kesê baweř be min naka le řengî sewze coya bê
’etay mutłeq beẍeyrî xalîqî ḧeq bo dirextî řeq
be kê dekirê hemû sałê şikofey sebzî pêdabê?
nebatatî zemîn newxêz û camî keyfî guł lebrîz
le xew bêdarbû nergis hat bexêr bê małî awa bê
be ’ezmî destibosî destedeste hate xizmet şa
hemû mexmûrî nîsbet wek kesê sermestî sehba bê
wenewşe bo ẍułamî xałî xûban gerdinî keç kird
be weche wechî wek mu’mîn lebo sucde besîma bê
sefîney fîkiretim řoçû defîney ḧîkmetî tûş bû
selef ḧîrzî xelef herwek sedef bo duř muheyya bê
nimûney înqyad û serkeşî bû serdî û germî
ke muxlîs ḧałî germ û munkîrîş dił serde ta ma bê
sîraceddînNava taybet be nûrî ḧeq be her şexsê behay dabê
be şemsî řûy ḧîsameddînNava taybet wefa ka bê «zîba» nabê
beser xakî wicûdî talîban îksîrî eltafit
misî qełbî qełb xalîs deka ger ’eksî têda bê
le dîbaçey kitêbî ḧusnî ’alem her wereq ladem
debînim mebḧesî wesifit le her fesił û leher babê
legeł nefsî yezîd wek bayezîde her diłê bo to
mutî’ û ehil û dana bê, serî teslîmî danabê
be neḧwî serfî dił ta zułfeqarit girte nêw çengit
wekû ḧeyderNava taybet le fetḧî xeybera şimşêrî kêşa bê
be ’îşqî şay sîraceddînNava taybet û şewqî bulwefaNava taybet cana
kerem fermû wekû dêjin nezanistim beza nabê
ḧerîqîNasnava edebî řîşteyî canit fitîley şem’î canane
le bezmî pîrî meyxane kizey dił bê meze nabê