bêyne serbasî nîgarî guł’uzar

şî’rî awdar
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
 1 Xulek  1007 Dîtin
bêyne serbasî nîgarî guł’uzar
şox û şeng û laleřeng û çawxumar
çawî mexmûrî ke hełbênê benaz
dił lelay namênê aram û qerar
perçem û kakołî dawî dîn û dił
goşeyî çawî firîwî řojgar
diłber û xursend û şîrîn û letîf
nîm nîgahî şîbhî ahûyî tetar
lêwî le’lî wa diłî xistûme xwên
cogeley xwênîn le dîdem dête xwar
řoj û şew herdû munafîn pêkewe
yarî min cem’e le lay leyl û nehar
sîne piřsoze beřûy narînî nar
wek tenûrî piř le soz û piř şerar
terfî em şare çi xoşe bo behar
layê gułẍunçe lelayê lalezar
bêwefayî her lebo yar mayewe
axrî her bêwefayî kirde kar
kes wekû min bêbeş û me’yûs nîye
baẍ wekû min zerd nîye wa bêjumar
aferîn bo teb’î safit ey ḧerîqNasnava edebî
bê ẍeluẍeş êjî şî’rî awdar