le sîney çakî xot wek şane xettî mûbemû bêne
xetî mûbemû
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
1 Xulek
648 Dîtin
le sîney çakî xot wek şane xettî mûbemû bêne
nełên ta ẍeybete basî cemałî řûbeřû bêne
cizûbendî kitêbî ’umir û şîrazey seḧîfey dił
be řîştey ulfetî canane ger azay dezû bêne
tehařetyan be xwênî cerge merdanî řehî meqsûd
heta qetrêk le çawta mawe toş awî wuzû bêne
newek meyxane xałî bê heta pîrî muẍan mawe
serim qurbanit ey saqî gelê tînûm sebû bêne
kitêbî ulfetî cam û şerabî cergî namerdan
dexîlit bim were mutrîb řubabit zûbezû bêne
dehanî şîşe beste, suḧbetî na’ehle lem bezme
muẍennî to neway naket lenaw perdey gerû bêne
dełên berdî ecel mînaşkêne û tefreqe xêze
ḧerîqîNasnava edebî toş eger şêt nî desa barê kedû bêne