ḧuznî min ya ḧusnî to îşkale ta axir nefes
řazî îşq
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
1 Xulek
3141 Dîtin
ḧuznî min ya ḧusnî to îşkale ta axir nefes
çun zekatî ḧusnî to ya ḧuznî min naga be kes
zahîren fermûte wextî mirdinî ḧazir debim
wa le xoşî mirdinim demirim desa însafe bes
çon dekey men’î diłî min to le şehdî lêwî xot?
lêwî to wek şekkeristane û diłî min wek meges
çawekem lew baẍî ḧusne men’î çawî min meke
lazme bo pasewanî baẍeket cûtê ’eses
taze fermûte lelay kes řazî ’îşqî min mełê
netdezanî dił ke kun bû dengî lê dê wek ceres?
pêy biłên zahîd be xêrî xoy le we’zî min geřê
’îşqî min şu’le û biłêse, we’zî ew wek xar û xes
xałî sewze, daẍî sewze, basî nasorî meken
ta zedey ew bê ḧerîqîNasnava edebî qet şîfay naye be kes