mujde bê bo bulbulî dił guł le baẍan hatewe
ẍunçey meqsûd
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
1 Xulek
972 Dîtin
mujde bê bo bulbulî dił guł le baẍan hatewe
qumrî ’umrî xoy serf ka serwî bostan hatewe
şaswarî ’erseyî meydanî merdan hatewe
diłberî canan le xizmet canî canan hatewe
pîrî řewşendił wekû xurşîdî taban hatewe
nayîbî ’usmanî sanî xoş be saman hatewe
wa mu’etter bû demaẍî ehlî nîsbet her dełêy
nîsbetî pîrahenî yosif be ken’an hatewe
bo îfade û neşrî feyz û lutif û bo îřşadî dîn
wa le qesrî ’arîfan yenbu’î ’îrfan hatewe
ẍunçe serpoşî le řû lada be ’ezmî dîdenî
bulbulî teb’î minîş boye ẍezelxiwan hatewe
serxoşî ke’sul kerem sermestî sehbayî qîdem
başkiwe û baḧeşem, meczûbî řeḧman hatewe
muddetê bû em heware bê seda û hawar bû
ta be cezbey ḧiq besanî ney be efẍan hatewe
xatrî muxlîs be dîdarit wekû teb’î ḧerîqNasnava edebî
ẍunçeyî meqsûdî pişkût û be xendan hatewe