xofim le xuda çunke leber ẍeyrî xudaye
xewf û řeca
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
2 Xulek
1550 Dîtin
xofim le xuda çunke leber ẍeyrî xudaye
emnim be diro, sûřetî wek xewf û řecaye
pałî řeḧetî dawetewe nefsî xesîsim
ya emnî ẍena, ya eserî ye’is û hewaye
ger talbî bo yosfîNava taybet xot nefsî ’ecûze
zû bêne, dezû bêne dełên ehlî wefaye
înkarî sîrayet meke ey munkîrî muflîs
bê seyrî qemer ke çi beşewq û bezîyaye
munkîrbemesel şebpeře, bê nûrî hîdayet
xoy talbî zułmet bû xuda nûrî nedaye
her mezbele, her meş’ele, cêy piřtewî «şemse»
yek cêgeyî fuzle, yekê cêgey fûzelaye
têfkire le eczayî ’enasîr be tebî’et
yek mayîlî merkez, yekê mayîl be hewaye
baranî beřeḧmet le teřef mebde’î feyyaz
qetrê eserî sunbul û yek çiqił û gîyaye
nuqsan le teřef qabîle, nek fa’îlî kamîl
em qewlî mine ře’îy cemî’î ḧukemaye
burhane leser cehlî ’edû «şemsî» ḧeqîqet
talî’ buwe, ew eḧmeqe coyayî çiraye
çawî be teme’ piř buwe, qelbî be ḧesadet
wek teb’î behaym řeḧetî her le şewaye
hîndû nîye ayînî le awêne te’nida
awêne çi sûçî heye ew řûyî sîyaye?
perwaneyî her cem’ê nebî çake ḧerîqîNasnava edebî
xot bênere nêw zumřeyî em şemsî hudaye