3

Li pirtûka:
Las û Xezaɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 16 Xulek  1214 Dîtin

― ah... toy kuřim, were kemê belay daykitewe danîşe.

― daye gyan ḧałit çone!? kemêk nareḧet dyarî!?

― lew katewe bîstûme bawkit eyewê to binêrê bo şeřî nebî, hîç hoşim le xom nîye. nebî kabrayekî diz û bêbezeyîye.

― e... h daye gyan, kuřî toş hênde destewestan û xwêřî nîye, min be nebî û hemû ew kesaney layan waye xwêndewarî û zanist legeł azayetî nayetewe nîşan edem be hełe çûn, zana û wêjewan řaste ke laşeřn, bełam katê şeř berî dergay pêy girtin be gyan û dił be şeř dên, çunke ewan bepêçewaney kesêk ke be şeřkirdin xûy girtuwe, ezanin boç be şeř dên û çi eparêzin! min bo nawbangî xom û bawkim û êłekem şeř nakem, boye şeř dekem ke namûsî xełk biparêzim, bergirîy le xwênřijîn û çepełî û zordarî bikem, min bo parastinî cwanî û xawênî deçme şeř.

― be hîwam ser kewî řołey şîrînim.

― min ser ekewm. pakî beser pîsîda ser ekewê, ca ya be destî min ya paş mirdinî min be destî kesêkî tir ke hawałî mine û leser řêgay pyawetya eřwa, diłnya be daye gyan xoman eybeynewe.

― kuřim řaste ta ademîzad ecelî nehatbê namrê, bełam legeł eweşa kemêkit agat lexot bê, pyaw debê karî xoy baş beřêwe berê ca ewca pişt be xuda bibestê.

― aferîn daye gyan aferîn, se’dî şa’îrî gewrey farsî ełê: řaste kes bê ecel namrê bełam to xot mexe naw gerûy ejdîhawe.

― şa’îrêkî tirîş ełê: eme îtir qisey çarenûs û şitî wa nîye kesêk xoy leser banêkewe hełdêrê û biłê qeza û qeder wa bû.

― xwa bitparêzê kuřî zana û dilêrim.

― dey ca daye gyan, min eřom, çaweřêm be zor zû egeřêmewe lat.

― be xwat espêrim las.

― xuda ḧafîz daye gyan.

― xudat degeł.

― ha... las ebînim ke bergî şeřit poşîwe. zor seyre to lem ḧałeşda ke seraserî leşt asin û połaye qełemdan û kitêbit le bîr neçuwe kuřim!? pêm biłê bizanim emane lem sefereda bekarî çî dên!? ha... em kitêbe çîye kuřim?

― kitêbî ’elî ḧerîrîye babe, emane bo şeř nîn, bo ewen ke pyaw bizanê bo çî beşeř dê- dey serwerim bemawetan min û merad lepêşa eřoyn, carê nyazim be sipawe nîye.

― xudat legeł kuřim ser kewî.

― dey ca merad ba biřoyn...

***

― merad, ba lêre dabezîn, kemêk espekan biḧesênewe, boxoşman kemêk lew kanîye aw bixoynewe.

― beser çaw qurban ba dabezîn.

― emřo leřadebeder germe, biřwane espekanman le areqda řeş bûn, řastî ademîzad boçî hênde diłřeq û bêbezeyîye!?

― gewrem hemû gyandarêk xuda bo ewey dirust kirduwe ke ademîzad kełkî lê wergirê.

― merad!

― bełê

pêm biłê bizanim, to beranber be şeř û kuştar biřwat çîye!? lat waye ke ême naçarîn şeř bikeyn!?

― h... h... ha... qurban min temenim le penca tê peřîwe, hergîz bîrim lew pirsyare nekirduwe ke to lêm dekey: tenya ewende ezanim bawkit fermûyetî ebê şeř bikeyn û minîş be qisem kirduwe, êsta min emewê lêt bipirsim ke to çone em pirsyare le min dekey? xot ezanî gewrem ke şeřker hergîz nabê gwê bidate eme ke boç beşeř dê!? yan şeřekey leser çîye! êmey noker û gyanfîda karman çîye ke em şeře leser çî ekirê!

― h... h... ha... na’ merad na’ pyaw çi fermanber û çi fermander ebê bizanê boç beşeř dê!

bizane lem şeředa eger ser kewê çi be dest dênê û eger şikist bixiwa çi le dest deda?

― qurban wa nîye, bifermû ême ewendeş ezanîn ke le şeřêka bibezîn mał û namûs û nawbangiman têda deçî û eger ser kewîn mał û gyanî dujmin le dest êmeda debê.

― kewaye êwe cyawazîtan legeł řeweberaz çîye!? ewanîş piştî yek degirin û legeł diřindey tir û ademîzadîş beşeř dên, êweş nazanin boçî şeř deken we ewanîş herwa.

― bê qeza bî gewrem, to êmet kirde řeweberaz. řastekey eweye emin le hemû şitêk naşarezam ezanim şeř xoşe heta gerimtir û betîntir û betiristir bê xoştire, min tenya ewe ezanim ke le kořî şeř le pêşda debê gyanî aẍam û paşan gyanî xom û hawałekanim biparêzim.

― hemîşe zanîn le nezanîn baştire merad pyaw tenanet debê bizanê henasekêşanîşî bo çîye!?

― bełê gewrem. fermayşekanit diruste...

― eha... wirya be merad, wirya be mar. mar... hay... hoy... ha çîy bû merad pêyewe day!? eweta hełdekşê bo jêr ew penicke diřuwe! her êsta eykujim... kuştim, biłê bizanim bekwêyewe day... ha

― be pencey pêmewey da, ax xudaye çende jan eka...

― řaweste, řaweste, be şitêk birîneket bo bibestim, ba jehrekey heł nekêşê û neçê bo sertir... bêne ba bîbestim...

― ’eceb marêkî jehirdar bû, baweř nakem be bestin çarî bikirê!?

― řawestê. řawestê ba be xencer cê demekey hełdiřim... jehrekey dête xwarewe... to xot řabgire... detwanî xot řagrî?

― ey... ey bê beła bî, min pêm ełên meradî połaxor, yanî leber em birîne biçûke xom řanegirim, herçî etewê bîke...

― başe, başe, kewaye benawî xuda...

― ey... ha... h... xencereket zor tîje gewrem her bexom nezanî, xwa bika ew xencere bikewête ser gerdinî nebî.

― ah... to lem ḧałeşda her bîrit wa be lay dujmineweye merad.

― min nemdewîst bem çeşne bimirim, xom danabû le meydanî şeřa bikujrêm

― na merad to namrî, diłnya be çak ebîtewe carê debê kemêk řakşêy, laqit berdeyewe xwarê ta jehrî mareke bête xwarewe... a... başe bem çeşne...

― ah wey wey wey... serwerim min taze karim tewawe, toxot mexe metirsîyewe ayş... eger bitnasin, parçeparçet eken serwerim, min emane baş enasim, tozê řeḧim û bezeyîyan le diła nemawe, tikaye min be cê bihêłe to karêkî gewretirit lepêşe gewrem.

― na merad... na hergîz min becêt nahêłim.

― ... tikaye becêm bêłe gewrem, jehrî, mareke be tewawî le leşmida geřawe, min emirim gewrem.

― ah... besyetî îtir, pêm gutî ke natwanim lem ḧałeda becêt bêłim, eger kemêk sebirit hebê etbeme naw leşkirî nebî, karêk ekem dermanit ken, bełam pêwîste leserexo bî.

― fermût naw leşkirî nebî!? eme zyatir le karî şêtan deçê, eburî ke bem çeşne edwêm, bełam xan minî narduwe agam le to bê nek bibme hoy têdaçûnit na... na min hergîz nayem.

― xan lay waye min minałim,! toş herwa bîr ekeyewe! bełam herdûktan be hełe çûn êstaş her emeye ke gutim.

― min legełit nayem... be hîç barêk nayem... merg bo min baştire leme ke to bikewîye berdestî dujmin.

― min etbem, eger bexoşî neyyê be zor etbem!? germa û azar mêşkî toy lekar xistuwe nazanî ełêy çî!? yałła heste were legełim.

― min nayem

― yałła heste were.

― nayem, min nayem.

― êsta ke nayey mecbûrim bezor detbem... ha... bigre... dey.

― ay... hay.

― bem çeşne legeł xom detbem, bibûre merad min mecbûr bûm bêhoşt kem ah êsta debê zûtir bitgeynime naw ew awayîyey ke wa sipay nebî têda ko botewe... xwa bika ta degatê û merad baş nebûtewe nemannasin, bełam bem ser û bergewe her emnasin, baştire cilubergekem legeł şwanê, sepanê kesêka bigořmewe, dełêm bawkime û mar pêwey dawe, ba carê bîgirme koł û swarî espekey kem.

― baş bû ba lîbasekanim legeł ew pyawe bigořmewe... hoy kake... birader... bo řezay xuda yarmetîm bide, bawkim mar pêywe dawe, ḧałî baş nîye.

― min ḧekîm nîm, çi yarmetêkim ledest dêt!?

― eger ḧekîmîş nebî, xo musułmanî, şarezay ew awayîyey, ezanî kê maran gazî pê çak debêtewe!? tikaye birader yarmetîm bide.

― kuře biřo kake, min karim beser ew karanewe çîye kuře biřo...

― selam gewrem selam.

― çîye kuře, em lawe çî ewê!?

― wa dyare êwe pyawêkî gewren! tikaye yarmetîm biden.

― biłêy bizanim em pyawe bêhoşe kêye? wadyare mar pêwey dawe!? pencey pêy, masîwe waye her waye!?

― qurban bawkime, emřo lem deşte xewtibûyn mar pêyewe dawe minîş ẍerîbim kes lew dewrubere şik nabem, bîstim nebî xan lew dêye, gutim biçim yarmetî lê wergirim, emzanî pyawêkî gewre hergîz xawennyaz be nahumêdî beřê naka!

― min nebîm aferîn kuřî baş, to baş edwêy biłê bizanim nawit çîye?

― qurban... na... nawim... la... lase, bibûreke lepêşda êwem nenasî.

― im- las!? ebê em nawet be nawî laseşořî bałekîyewe kirabê... ha!?

― min xom nazanim bo çî nawyan nawim las, řenge bawkim bizanî bedaxewe ewîş êsta bêhoşe!

― nebî lebin lêwyewe dełê: « çende kuřêkî qoz û şox û şenge»...

biłê bizanim kuřî baş, eger min destûr bidem bawkit bibene lay ḧekîm û çakî bikenewe ebî be nokerî min!?

las lebin lêwyewe « ey segeçepeł...» qurban min êstaş her nokerim.

― ezanim. ezanim, bełam mebestim emeye ke- bitkeme nokerî taybetîy xom û hemîşe lelay xom bimênyewe!

― beşanazîyewe gewrem.

― zor başe... pêm biłê bizanim to hîç serit le şeř derdeçê!?

― bełê qurban ta řadeyek tîr’endazî û şimşîrbazî û zoranîgirtin ezanim.

― e zor başe, kewaye bigre. em şimşîre, şimşîrî taybetî xome eger be yek car em çenare sawayet let kird şimşîreke dedem be xot.

― merḧemetî ke serwerim « xudaye gyanî merad bem karewe bestirawetewe baskim behêz ke»

― aferîn las, leme bedwa to nokerî jêrdestî xomî, nawîşt laseşoře ba eḧmedxan tê biga ke eger ew kuřî nawî laseşoře min nokerim nawî laseşoře.

― sipast dekem qurban ke wehaye destûr bifermûn bawkim berne lay ḧekîm

― zor başe, ehay kuře!

― bełê qurban

― were zû em pyawe bere lay ḧekîm, biłê zor baş dermanî bika, heta çend řojî tir debê çak bibêtewe.

― beser çaw gewrem.

― xêra ke zûtir.

― nebî xan destûrî dawe, ta bawkit be tewawî çak debêtewe le małî min bê û agadarî lêwe bikem. lam waye emřo kemêk baştir bê.

― sipast dekem dayepîre, hełbet ême başî toman le bîr naçê û padaşt dedeynewe.

― o kuřim em qise çîye, min bo padaş îş nakem tenya demewê xuda lêm řazî bê.

― dîsanewe sipast dekem. xuda lew kesane řazîye ke be hawarî lêqewmawanewe degeł, legeł eweşa pêm xoşe em dyarîye bêbayexe le min wergirî fermû.

― îtir ha... ax xudaye em hemû eşrefîye, bełam kuřim min karêkim bo êwe nekirduwe ke êwe padaşim denê.

― tikaye dayepîre şerimsazman meke hełî gire.

― xuda temenit dirêj ka kuřim, min qebûłim nedekird, bełam to hênde mîhrebanî ke nakirê destit bidemewe dwa!

― hełbet to xot le min baştir dezanî ke bawkim nyazî be agalêbûn heye pêwîst nîye be řaspêrî min her kat paret wîst be min biłê.

― beser çaw gewrem, dey êsta ba biřom xerîkî çêştilênan bim, bawkit dû sê řoje hîçî nexwarduwe.

― a biřo dayepîre be xudam hespardî, ta to dêyewe min agam lê debê. merad, merad,

― h... ma

― çonî? min lasim, çawit bikewe.

― qurban lemêje ḧałim başe, pêm xoş bû bizanim to çît bemane gutuwe û çonit xot nasanduwe, heta minîş herwa biłêm, gutim neka qisey min û to yektir negrêtewe û dirokeman aşkira bê.

― to bawkî minî û mar pêyewe dawî, minîş nawim lase û lew wiłateş ẍerîbîn, pêt çone?

― nawit lase, ca boç las? meger nawî dîke nemabû nawî xot gutuwe?

― beser zarim dahat, be hełkewt, xiraş nebû, nebî minî kirdote nokerî taybetî xoy beşanazîyewe deygut eger eḧmed xan kuřî heye nawî lase, minîş nokerim bem nawe heye lemeş seyrtir nawî nawim laseşoř.

― xuda bitparêzê serwerim, destit dawete karêkî piř metirsî.

― a... netbîstuwe ełên gom heta qûł bê meley xoştire.

― h... he bełam em gome hênde qûłe lewaneye bimanxinkênê qurban.

― karêke û kirawe, pyaw ebê bîr le dahatû bikatewe, eger kewte metirsîyewe bizanê be çi řêgayekda ekirê xoy řizgar bika!? dena bîrkirdinewe le barî emewe ke xom xistote em metirsîyewe zyatir ser le pyaw deşêwênê.

― be řastî eto kuřî serpiştî şêrî min legeł em hemû taqîkarî û şeředa ke dîwme naçarim xom bideme dest to.

― ah... h ewe pîrejnekeye ke hatewe dîsanewe to bawkî min kuř... dey babe gyan dyare ḧałit baştire!?

― neharim bo hênawin hîwadarim bedłitan bê!?

― babe em daye pîre, leřadebeder mîhrebane, lem maweyeda ke to bêhoş bûy, her le jûr serit buwe û agadarî lêwe kirdûy.

― zor sipast dekem, xuda padaştit bidatewe.

― min ebê sipasî êwe bikem birader, be umêdî xuda zû çak debîyewe û eçîyewe lay jin û mindałeket ew demey yadêkîş lem dayepîre biken.

― hełbet her waye ême feramûşt nakeyn.

― debî babe gyan min ebê biřomewe lay xan neka fermayşêkî hebê.

― be xudat espêrim kuřim, be xudat espêrim.

― xuda ḧafîz dayepîre.

― xudat legeł kuřim.

― las: bawkit çone ḧałî baştire!?

― be sayey êwewe qurban, lam waye ta sê çwar řojî tir bitwanê cêgawban becê bêłê!?

― bełam ba şitêkit pê biłêm, ême karman zore natwanîn çaweřwanî başbûnewey bawkit bîn, çunke eḧmedxan zanîwye ke ême emanewê biçîne serî eger bikewête xoy û wirya bêtewe çarî nakeyn. ebê her çî zûtir hêrşiman dest pê bikeyn.

― bełam gewrem min ta bawkim baş nebêtewe natwanim le xizmettanda bêm.

― çî? natwanim!? natwanim yanî çî? to nokerî minî, her çî min dełêm debê wa bikey

― las lebin lêwyewe: «eger leber parastinî merad nebwaye. êsta ḧałîm ekirdî»

― ba eweşt pê biłêm lemebedwa katê min qiset legeł dekem mafî ewet nîye leber xotewe wirtet bê.

― beser çaw qurban, beser çaw.

― dey êsta biřo xot saz ke emşo debê dajoyn.

― çît kird serwerim, wa dyare, kemêk nařeḧetî!?

― em çepełe lêm tûře bû, we pêy gutim debê xom saz kem bo şeřî bawkim deyanewê emşo hêrşyan dest pê biken.

― ey segeçepeł, eger êsta emtiwanî beser pêwe xom bigirim, be şimşîr letim dekird, ebê hewał bideyn be xan, diłnyam ewan bîrî eme nakenewe ke bem zwane hêrşî nebî dest pê bika, leber eme xoyan amade nekirduwe!

― ah... to xot ałoz meke, min xom ezanim çibkem.

― selam kuřim, emřo bawkit ḧałî baştire şukir her çî wîstûye bom amade kirduwe, şew û řoj beseryewe danîştûm baweşênim kirduwe.

― sipast dekem dayepîre, ha... bigre emeş destixoşanet.

― ey xuda temenit dirêj ka kuřim, to leřadebeder mîhrebanî.

― dey ca dayepîre biço bo lay karekanit, ême îşêkman nîye.

― beser çaw kuřim beser çaw... em lawe em hemû parey le kwê buwe!? ebê řazêk le karyanda hebê, minî bem çeşne le hodeke derkird ebê wituwêjêkî nihênîyan hebê, ha... baştire xomyan lê bigirim bizanim ełê çî!? ha... êre cêgayekî başe ke gwêm le qisekanyan bê.

― gewrem karêkî başt nekird em eşrefyanet da bem pîrêjne, ew lêman ekewête şikewe, ełê em hemû zêřeyan le kwê buwe!?

― qeydî nîye merad em afrete pîre zorî aga le toye, debê tołey zeḧmetekey bo bikeynewe baweř nakem bimannasê!?

― beh beh kuřeke bû be gewrem, wa dyare emeş bawkî nîyye, çunke pêy ełê merad, ba řawestim dîsan...

― dey serwerim, nebî eyewê hêrş bikate ser babit! min zor nîgeranim nazanim encamî em şeře be kwê degat!?

― ewřo pêş lewey taw awabê, ebê biřoyn, to etwanî xot beser espewe bigrî!?

― bełê serwerim etwanim, yanî naçarim bitwanim.

― her ewende lêre bitbeme derewe le awayyekî dîke etşarmewe û xom hewałeke ebemewe bo bawkim.

― ha... kewaye eme lase, kuřî eḧmed xanî mezne, helêkî başim bo hełkewtuwe, eger em hewałe bidem be nebî koşim piř deka le eşrefî bełê... bełê hat her carêk dête pêş, nabê le destî bidem, êsta ba biçme jûrewe le katî xoyda eçme lay nebî

― hatmewe gutim neka nyazêktan be şitêk hebê?

― min emřo eřomewe xizmet nebî xan to agat le bawkim bê dayepîre

― ey beser çaw şengelawî bejin û bałacwan wek gilêney çawim agam lê debê diłnya be kuřim diłnyabe.

― xuda ḧafîz babe gyan.

― be xudam sipardî kuřim, xudat legeł.

― êsta katêkî başe, ebê biçim û hewał bidem be nebî zor başe... .

***