2

Li pirtûka:
Las û Xezaɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 14 Xulek  1677 Dîtin

... ah... êre cêyekî başe, ebê şêreke her lem nizîkane bê! em doł û çya û deşte bo min nasraw û aşnaye, bist bistî geřawim ya bo řaw yan bo kuştar, ax çende... xoşe kořejnî espî serkêş katê le şeřa nermezîn leber areq û xwêna teř ebê û nûkî şimşîr tik tik diłopî xwênî dujminî lê etkê, meydanî şeř paş heray pyawanî şeřanî, paş ḧîley espî birîndar û nałey têkoşeranî seremerg, bêdeng û xamoş ewestê, lêre û lewê kelakî bê gyan û bonî xwên û mirdin pyaw kas deka. emin hemîşe lew kateda wek hełoy berzefřî çya diłim dexwazê bał bigirim û herdû hewr û newî becê bihêłim û wek xałêkî řeş sîngî asmanî şîn binexşênim, û lew serewe gałte be dêwî merg bikem û biłêm dît, dît ey merg tenanet toşim bezand ah... bełam emřo... emřo legeł hestêkî bêganeda řûbeřû bûm min hergîz netirsawim, bełam êsta etirsim, lam waye tirsî êłekem karî kirdote serim. caran ke ewan nedetirsan, minîş nemdezanî tirsan yanî çîye ewan be min pişti’estûr bûn û minîş be wan, eme efsûnî destî behêzî gele êsta ke ewan wireyan berdawe minîş etirsim, bełam na... na eḧmed to nabê bitirsî, bełê min ebê bimirim bełam nabî bitirsim, ax... ewe dengî şêrekeye, em bestezmane eger bizanî emrê lecyatî goştî nermî nêçîr, demî tîj û sextî şimşîrî min çaweřwanyetî, hergîz řû nakate em laye hergîz eh... dengî zor le nizîkewe dê... ba bizanim le kwêye!? nabê bibzûm, çunke êsta lemane lepişt sermewe leser ew gaşe berde řawestabê her bicûłêmewe ambazim debê... ah... eweta řûbeřûm westawe, bełam êsta çawî be min nekewtuwe, baştire şimşîrekem amade bikem- ba berdêk bixeme berdemî... ba serî lê bişêwênim... ah baş bû... em care piştî le mine helêkî başe. h... ah... aferîn eḧmed, çakit hengût, to serkewtî ger çî řenge her bem birînane bimrî, bełam giring nîye giring eme bû ke nîşan bidey tirsan le mirdin xiraptire, min ser kewtim, min ser kewtim

m... n... s... e... r... k... e... we... t... m

― ax... xwaye, eḧmed xan le beyanîyewe řoyştuwe, êsta ewe êwarêye û hewałêkî nîye, nazanim řû bikeme kwê? xudaye penam be to.

― xatûnî beřêz bêhûde xot nareḧet meke hêşta řûn nîye ke xan çî beser hatuwe, aya şêrekey kuştuwe yan.

― ax... merad çon etwanim nareḧet nebim, çon etwanim diłxoşî xom bidemewe- eger serkewtibaye heta êsta geřabowe...

uh ewe çîye!?

xatûnî beřêz gwêt lem dengedenge heye? lam waye hewałêkî xanyan pê bê. ba emin biçim bizanim çîye zû egeřêmewe xizmetit.

― ax xwaye, ezanî ke min lew peřî serlêşêwawî û kiłołîdam, xot ezanî cige le to hîç penayekim nîye, bezeyît pêmda bêtewe bezeyît pêmda bêtewe...

uh... çîye merad? bo qise nakey? xan çî beser hatuwe!?

― ux... bedaxewem xatûn, xan becêy hêştîn, êłekey hetîw kird yanî... yanî xan... ux xudaye h... e

― bełê emřo... bełam be êmey nîşan da ke mirdin be şeřefewe zor le jyanî be tirsewe baştire... tikaye megrî xatûn tikaye... legeł çarenûs hîç nakirê...

― merad be destûrî min hemû kes debê soranî dexem girê, kîjan mil bekwên bin û yał û kilkî espan leheş nên, mergim xan bo êłekeman herwa sûk û hasan nîye...

― uh... beser çaw xatûnî beřêz beser çaw.

― ah... eger min ḧełałêkî xudam le xom ḧeram nekirdibaye, êsta xawenî mindałêk bûm ke eytiwanî cêgay babî bigrêtewe.

― xatûn fermayşêkit be min nîye!?

― na merad na biřo, ba minîş kemêk le tenyayî û pejareda bigrîm.

― beser çaw xanim beser çaw.

― ax... bełam giryan derdî min dewa naka, baştire le bîrî tołeda bim, ew şêre diřendye ke mêrdekemî xwarduwe, ebê ya minîş bixiwa yan bîkujim, eḧmed xan lenêwan jyanî piř tirs û mirdinî be azayetîda mirdinî hełbijard, minîş jinî ewm ebê wek ew řeftar bikem, paş eḧmed xan jyan bo min sûdî çîye? bełê heta direng nebuwe ebê biřom. ebê biřom.

***

ê- ah... ebê her lem nizîkane bê, baweř nakem kes wêrabyetî lêre nizîk bûbêtewe, min zor le mirdin bepelem, çunke her bem çeşne etwanim le mêrdî xoşewîstim nizîk bibmewe... oh biřwane em řeşayîye çîye?... ba biçme pêşewe... uh... xuday gewre xo eḧmed xane leser piştî şêreke kewtuwe, bełam hîç- nacûłêtewe, şêrekeş kujrawe, em şeře serkewtûy nebuwe herdûk la têda çûn xudaye... eḧmed xan serwerî hemû êlat, swarî nebez û dilêr, eme toy leser piştî em diřendye be leşî zamarewe dakewtûy? ta dwênê diłî dujminan be bîstinî nawit ekewne lerzîn ax bełam emřo, emřo nawî to esrîn ehênête ser çawî dostanit. to pyaw bûy eḧmedxan, serpiştî şêr tabûtî toye, aferîn mêrdî dilêrim, ne jyanit asayî û ne nizim bû mirdinit. merg û jyanit pîroz bê... pîroz bê ah... h... řastî çone bizanim eḧmed bo çi hergîz neywîst bibête bab aya le pyawetî şitêkî kem bû!? ke wa ḧełałî jin û mêrdayetî le xoy ḧeram kirdibû ya her leber swêndêka ke xwardibûy neydetwanî... bełê... bełê ebê min bizanim...

***

bełê, eḧmedxan nemirdibû, tenya şeket û bêhêz bû, katê şem lê biřa ser le řazî derbihênê le xewî giran paş mandûyî řapeřî û bem core swêndî şikaw û serpiştî şêr bû be perdey bûk û zawa û bem çeşne nutfey las gûra le bawkêkî şêrkuj û daykêkî aza.

***

― daykî las, min zorim bîr lew kuře kirdotewe be hîç barê nazanim boç way beser hatuwe ax eger bimzanyaye kuřî min kuřêke ke hîwadar bûm řojêk cêy min bigrêtewe bem çeşney beser dê hergîz ew kare ke wa min û toy kirde jin û mêrdî be řastî nemdekird, nazanim çî biłêm? ewendeş qisezan û bilîmete ke min be wite çarî nakem. to biřwat çîye şem!?

― serwerim, sayey serim eger ałoz nebî ’erizit dekem ke las baştirîn kuřî dunyaye, xwêndewar û zana û beẍîret, bełam çeşnî bîrkirdinewey legeł to cyawaze, emeş belay minewe nabê bibête hoy nareḧetî to.

― a... emin nabê nareḧet bim ke kuřekem le cyatî şimşîr û nêze û çekî şeř qelemdanî be laqedîyewe bê!? xudaye. min çende bêzarim le řwałetî mîrzayane, min kuřim boye gewre nekirduwe ke namem bo binûsê hełbestim bo honêtewe, weser be kitêbî konî peřzerd dabnê, min emewê řadate meydan şimşîrî wek birûskey hewrî mirdin laşey dujmin bikate xołemêş...

― bełam gewrey pyawanî dilêr, las le pałewanîşda kemayetî nîye.

― ax... bibûre- bibûre şem ke min dengim berz kirdewe, ezanî çîye gyanekem, min bawkim pêm xoşe kuřekem nîşaney minî pêwe bê, pêm xoşe be sam û şikodar û mezin bê, tenanet le minîş pêş kewê, xot ezanî katê bawkim mird ême ’eşîretêkî bêhêz û biçûk bûyn, dengyan edayn bo şeřkirdin û bêgarî. jêrçepoke bûyn, ewpeřî awatman eme bû ke xanî mezin yanî bawkit le leşkirî xoyda be nawî dest û pêwend řaman bigrê. bełam emin be koşşî zał û bêwçanim hemû êlekanim hêna jêr fermanî xomewe, tenanet xanî meznîşim têkşikand we tom be zor lew hestand, lew demewe nawî ême berz botewe, bełam wek ebînim las kesêk nîye ke bitwanê em nawe berze biparêzê. uh... řaste ke le şeřîşa bêwêneye, bełam bîrî belay şitêkî tireweye şem...

― selam le xanî mezin.

― uh... toy las: selam kuřim selam

― daye gyan! to nawit şeme, ebê řûnakî diłî bawkim û kořî jyanî minałekanit bî! keçî ebînim ke wek gułî jakawî ber xoretaw sat be sat bêřengitir ebî, gwê bigre daye gyan mamosta ’elî berdeşanî ełê:

gułî sûr û wenewşe, kêşeyan lê peyda bû, her kam be cwanî xoy heł degût, bay pîreşemałyan kirde keyxuda, û gutyan ey şemałî pîrî wiłatgeřaw ême kamman cwantirîn!?

şemał gutî her dûktan cwanin, bełam tenya bo çend řoj, yektan degeł hetaw hełat be tîşkî germî xoretaw sîs ebê we ewî tirtan degeł řoj peřî be henasey sardî ziryan ser enêtewe tenya gułêk ke hergîz jakan û mirdinî beser naye bizey afretî cwane, û wenewşeyek ke sîs nabê, tay kizyey şîrîn leylaye.

― aferîn kuřî xoşewîst û zanam.

― şem, min ḧewsełey gwêgirtinî em qisanem nîye... eřome derewe êwe beyekewe ew qisane biken!

― başe gyanekem fermû.

― kuřîne tikaye gwê bigirin, dwênê basî ew mebesteman kird ke bextewerî çîye.

― bełam her kesê şitêkî gut, we le dwayşida dernekewt ke bextewerî be çî ełên!

― bełê zor mebestî wa hen ke her kesê le řwangey bîr û řay xoyewe, eřwanête seryan, bextewerîş lem çeşne mebestaneye ke her kes le şitêka bedî deka, kesêk lay waye, le saman û darayî zordaye, ewî tir wa ezanê be leşî saẍe, yekêk deple û payeda eybînê û yekêkî tir le goşegîrî û tarîkîda.

― axir çon eguncê tenya mebestêk çend řwałetî hebê, bêguman bextewerî her şitêke, bełam hêşta nedozrawetewe!

― to be hełe çûy, biřwane, ême bîst sî kesîn, eger twanît dû kesman bidozîyewe ke řwałetman tewaw le yek biçê, ewcar etwanî biłêy ke dû bîr û biřwaş hen ke cyawazîyan pêkewe nîye.

― řwałet û endam şitêkî dîkeye, ême her kam le dayk û bawkêkîn, boye řwałetman cyawaze.

― her wek dayk û bawkiman cwêye çeşnî barhatnîşman cyawaze, her kam corê terîb kirawîn tenanet dû bira ke kuřî dayk û bawkêkin, yek çeşin bîr nakenewe, leber emeye ke her kes bextewerî leştêkda ebînê.

― ey xot bîruřat çîye kak las!?

― bextewerî belay minewe, emeye ke pyaw hest be aramî bika, û lewey ke heyetî řazî bê.

― erê wełła her waye

― wełłahî řast dekey.

― emřo emanewê, basî mebestêkî tir bikeyn. ba bizayn cwanî çîye!?

― min lam waye afretêkî cwan le hemû cwanîyek cwantire.

― nawełła çyayekî berz ke le katî behara piř ebê le gya û guł le hemû şitêk cwantire.

― çomêkî ke biçelênê demew behar le hemû şitê cwantire.

― espî cwan le hemû şitê cwantire.

― nexêr geřî hełpeřkê.

― çi base!? tikaye meyşêwênin... dostan. emaney ke êwe guttan, her yeke beşêkin le cwanî. cwanî xoy şitêkî tire! cwanî çîye? cwanî yanî başî, her şitê bo komełî ademîzad baş bê, ewe cwane! biřwanin yekêktan gutî afretî cwan le hemû şitê cwantire. bełam eger ew afrete cwane řewştî nizmî bû. dawênpîs bê, aya ew kate her cwane, aya ew deme legeł marêkî xet û xał cwana cyawazî heye!?

yekêktan gutî çyay be guł û gya, eger ew çyaye gyayekanî jehrawî bê, û bêkełk bin, dîsan her cwane!?

aya geřî hełpeřkê eger semakeranî hełpeřkêyeke dujmin bin, leber çawman cwane!?

― to hemû qisekanî êmet perç dawe. xot biłê bizanîn cwanî çîye!

― bełê, řast deka xot biłê bizanîn çîye!

― lepêşda eme biłêm başe ke cwanî zor- berbiławtire ke êwe guttan, dengî xoş, řewtî cwan, le xoburdin, xebat û têkoşan, zanist, hełbestêkî cwan, tenanet řwanînêkî mîhrebanane, hemû belay minewe cwanin, bełam nexşî cwanî her le pêşda gutim emeye ke bo komeł baş û bekełk bê, řenge yekêk hebê û pirsyar bika, ca diłdarî kiç û kuř çi sûdêkî bo komeł heye!? le beranber ew pirsyarewe wełamî min emeye ke diłdarîy pak û bêgerd, nimûneyekî berzî řewştî însane. amojgaryekî bekełke bo xełkî tir.

― ah... be be be, kořeketan germe kuřîne! bełam emin tenya wişeyekîş le qisekantan negeyştim, êwe basî bextewerî û cwanîtan dekird, eme îtir kêşe û heray nawê, bextewer kesêke beser dujminanîda zał bê, lemeydanî şeřa tîrî nebedî neypêkê, û cwanî le hemû cwananîş cwantir şimşîrî cewherdar û metałî pêstî kerkeden û zirê karî westa xałe, ax kuřîne nazanin areqêk ke legeł xwêna têkeł debê û kiras û kewa û zirê dexusênê çende şikodare ca eger lew kate şeřker bebrîndarî le meydan egeřêtewe, bêrî çawbełek řêz bibestin û temaşay biken, pyawetî de demarî degeřê û tewawî bextewerî dunya řûy tê deka.

― be xuday ’eceb bîr û řayeke!

― ey xwadî gewre em pyawe dilêre çend cwan edwê qisekanî le şî’rî swaro- deçê.

― bełam las kuřî min, tenya qisekirdin le cwanîyewe şitêkî lê peyda nabê, pyaw ebê be kirdewe cwanî bedest bênê, pêm biłê bizanim to nebî denasî kuřim!?

― bełê gewrem ew çepełexwênmije baş denasim.

― aferîn kuřim aferîn, ke wehaye toş řiqit lêyetî! nebî be leşkirêkî gewrewe xerîke bête serman, hełbet min lêy natirsim, çunke ta êsta çend carim bezanduwe. bełam em care leşkirekey zor bî ejmare, dujminanî ême hemû le dewwirî kobûnetewe, ezanî eger besermanda zał bê, çi napyawetêkman beser dehênê!?

nababe diłnyabe, min tamawim mawe nadem napyawî wek nebî besermanda zał bê. gah ebê xwêndewar pênûsî binête lawe, û dest bidate şimşîr, diłnya be serwerim şimşîrim le pênûsim behêztir ebê.

― bijî kuřim bijî, ke wehaye were ba biçîn pêt biłêm debê çibkey!

― beser çaw, fermû... bedu’a kuřîne êweş amade bin.

― xwat legeł.

― êmeş xoman saz dekeyn.

― kuřim ême zorman řenc kêşawe, zorman birsîyetî û tînûyetî dîwe û tał û swêrman zor çêştuwe ta nawî êłekey xomanman berz kirdotewe, ah... kuřim carî wa buwe mangêk leser piştî esp danebezîwîn û çekî şeřman le xoman nekirdotewe, ezanî çîye kuřim? ta dujmin heye, ta kesêk peyda ebê ke le pêy serî hejar û bêdesełat degeřê ke bîkate jêrçepoke, pyaw ebê teyar û wirya bê kuřim.

― bawkî beřêzim, min tenanet êstaş le şeřkirdin bêzarim, şeř pełeyekî řeşî mêjûy ademîzade, bełam bedaxewe çarman nîye, nebî lewane nîye dest hełgirê.

― kuřim to debê lem şeředa řûy min û êłeket sipî keyewe. weha serî nebî nerim key heta hetaye serbizêwî neka. lam waye to le şeřda taqîkarît keme, pêm xoşe meradîş legeł xot berî, ew le hemû şeřêka şan be şanî min be şeř hatuwe, dilêr û wiryaye.

― beserçaw gewrem, ke waye mawe bifermû le daykîşim xudaḧafîzî bikem.

― zor başe řołem, bełam karêk meke- daykit nařeḧet bê, biřo kuřim biřo- espardey xuda bî.

***