yadî bîst sałey koçî pîremêrd

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 3 Xulek  684 Dîtin
wa ey firîştey pîrozî soz û îlhamî hełbest
bo bîrewerî bîst sałey koçî piř pêstî mebest
wek carî caran, emcareş hanam hênaye ber to
be şî’rêkî nwê, yadî «pîremêrd» bixeyne esto
de ba firmêsk le pêłwî çawî em yade dûr bê
řêy ew xebatey be diřkî jêr pêy «pîremêrd» sûr bê
çunke çawî dił ta êste zor car giryanî dîwe
her bew řêgayeş karêzî qûłî behrey teqîwe
ew pîremêrdey ke le newrozî temenî jîna
coş û xiroş û nirke û nałey ew le řapeřîna
le xwên germî ya, pişkoy geşawey kûrey xebat bû
beşe hewênî biřway azadî gel û wiłat bû
ewbû karwanî şehîdekanî elawanewe
zincîre kêwî em kurdistaney eleranewe
nek befirmêsk, bełkû be şî’rî germî xwênawî
be bûmelerzey şořşî şî’ir û girmey henawî
ewbû řojnamey jîn û jyanî xiste nawewe
cogeley řûn û geşî heł’egirt leserçawewe
bo geşey baxçey wêje û zimanî teř û parawman
bo ser gułzarî bê baxewanî sîs û jakawman
ewbû hełgirî çiray zanistî bo kurdewarî
kewte şeř legeł samî şewgarî nexwêndewarî
xwên û areqî řenc û teqelay ekird be newtî
baxçey zanistî zor gułî hîway kird be deskewtî
ewbû hełbestî «mewlewî» xiste bergêkî nwêwe
ew kize û sozey ehat leqirçey diłî twê twêwe
dergay nasînî lem mełbendewe lê xiste serpişt
lesayey demî pîremêrdewe kewte ber gwêy gişt
ewbû ke pendî pêşînyanî kird behonrawe
deryay ewpendey benûkî xamey ew şiłeqawe
gyanî nemrîy kird beber termî bawik û bapîra
taçawî xeyał biř eka şepol eda lebîra
pendî pîremêrd, wek baxçey şî’rî sîs nabê hergîz
wek behar waye werzî hawîn û zistan û payîz
emřo le dwênê û beyanî lemřo bonî xoştire
řoj le dway řoj û sał le dway sałî berz û geştire
ew bû ke nawî sedan şa’îrî ejyanewe
serlenwê jînî pê bexşînewe be jyanewe
lew le bîr çwaney win bûn le goşey feramoşya
wek řojhełatin le asoy dûrî kird û koşîya
giř û meşxełî agirî newroz lay girdî «yare»
bezim û ahengî çareke çerxî newrozî dyare
biłêsey soz û hestî diłsozî ew bû lem nawe
wek lûtkey kêwî biłindî kurd û peykerî «kawe»
ewbû swarçakî meydanî çîrok nûsînî kurdî
pałewanêtî em kurdey enwan be bîrî wirdî
wek «mem û zîn» û «dwanze swarekey merîwan»ekey
le şanoy jîna, serbestî: çira, kurd: perwanekey
ew bû serbestî afretî lela berz û beřêz bû
ew demey gurzî dêwî şewezeng qurs û behêz bû
zor betase bû emane bêne řîzî pyawewe
wek şêrî bêşe, nirkey «xałe» bû kewte nawewe
ew bû dêwaney qelenderxaney dar ’esa bedest
derun perist bû duşminî gyanî řewałet perist
kewł û post nişîn wek «derwêşekey gułî zirêbar»
yek řeng, yek ayîn, le fak û fîkî helperist bêzar
ca bilîmetê sermayey jînî em samane bê
yan qewmî kurdê dayk û bawkî em řołane bê
çon hewrî mirdin xorî jyanî eşarêtewe
çon bîrewerî cigergoşey way bîr eçêtewe